Li Wanê mirina zarokekê ya bi gûman

  • 16:46 2 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Li taxa Xacortê ya Wanê zaroka bi navê N.T. bi awayekî bi  gûman jiyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de bavê zarokê H.T. hat binçavkirin.
 
Li tava Xacrtê hat îdakirin ku zaroka 17 salî ya bi navê N.T. bi çeka ku aîdê bavê wê ye xwe kuştiye. Malbatê derbarê bûyerê de diyar kir ku tu pirsgirêka N.T. yê tune bûye. Lê cîranên malbata N.T. yên ku nexestin navê xwe bidin diyar kirin ku malbata N.T. li dijî wê tundî pêk dianî û her roj ji malê dengê şer û pevçûnê dihat.
 
N.T. ya ku hat îdakirin dawî li jiyana xwe aniye li goristana Karşiyaka ya li Wanê hat definkirin û ji malbata wê tenê birayê wê tevli mearasîma cenazeyê wê bû. Herwiha hat diyarkirin ku dayika N.T. jî di nav de bêyî ku agahiyê bidin jinên malbatê N.T. ji aliyê mêran ve hatiye definkirin.  Hat aşkerakirin ku piştî xwekuştina bi  gûman a N.T. yê bavê wê jî ji ber ku çeka bê ruhsat li malê hebûye hatiye binçvkirin.