Li Dîlokê jinekê jiyana xwe ji dest da
- 16:17 2 Çile 2018
- Rojane
DÎLOK - Li navçeya Şahînbey a Dîlokê jina bi navê Emîne Çevîk ji ber gaza jahrînî ku ji sobeyê belav bû jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Turan Emeksiz ya Navçeya Şahînbeya Dîlokê jina 73 salî Emîne Çevîk ji ber gaza jahrînî ku ji sobeyê belav bû jahîr bû. Jina Emîne ya ku jahrî bû rakirin nexweşxaneyê. Lê li gel hemû mudaxeleyan Emîne nehat rigarkirin û jiyana xwe ji dest da.








