Parêzerên Abdullah Ocalan cara 718'an ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- 13:29 2 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 718'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehdî Oztuzun, Newroz Uysal û Serbay Koklu bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve ev bû 718 car parêzer serlêdana daxwaza hevdîtinê dikin.








