Girtiyên jin: Rêbera me Sakîne Cansiz e

  • 12:51 2 Çile 2018
  • Rojane
AMED - Girtiyên jin ên li girtîgeha Tîpa E ya Amedê tên girtin diyar kirin ku bi ferzkirina "kincên yek reng" ên li ser girtiyan a ji aliyê AKP'ê ve tenê şikandina îradeya girtiyan nehatiye hedfgirin, bi vê pêkanînê re hem îradeya gelê kurd û hem jî îradeya hêzên demokrasiyê hedef hatiye girtin û wiha gotin: "Em girtiyên PKK'yî û PAJK'î yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê diyar dikin ku em ê li dijî van polîtîkayên faşîst serî netewînin. Çawa ku Sakîne Cansizî, Alî Çîçek û Kemal Pîr di demên berê de li  vê zindanê li ber xwe dan em ê jî li ber xwe bidin. Em ê wan kincan parçe bikin û biavêjin. Em bang li gelê xwe yê şoreşger jî dikin ku li hev bicivin û berxwedana zindanê bilind bikin."
 
Jinên Girtî yên di girtîgeha Tîpa E ya Amedê de derbarê ferzkirina "kincên yek reng" li ser girtiyan ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ya hejmar 696 ya dawîn re hat qanûnî kirin de daxuyanî dan. Giriyan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û wiha gotin: "Hikumeta Erdogan a Faşît ku hedef dike hebûna xwe li ser tunekirin kurdan bide avakirin, pêkanînên xwe yên dijmirovî berdewam dike."
 
'OHAL' tevgera ku kesên şoreşger û welatparêz tune dike ye'
 
Girtiyan diyar kir ku pêkanîna OHAL'ê ya ku e du sal in berdewam dike li dijî tevgera azadiyê ya kurd e û ve tişt gotin: "OHAL a ku tê gotin li dijî Fetullahiyan hatiye îlankirin di eslê xwe de li dijî tevgera azadiyê ya kurd hatiye îlankirin. Rejîma AKP'ê ku li dijî berxedana destanî bê çare ma hewl dide bi OHAL'ê ji bo xwe çareseriyekê bibibîne."
 
'AKP dixwaze ku bi KHK'yan temenê xwe dirêj bike'
 
Girtiyan anî ziman ku AKP dixwaze bi KHK'yan temenê xwe dirêj bike û wiha berdewam kirin: "Rejîma ku dixwaze bi van pêkanînan hemû aliyên dijberê xwe tune bike hewl dide bi KHK'ya herî dawî ku derxist hebûna xwe berdewam bike. Lê AKP'ya ku bi her awayî lawaz maye ne OHAL, ne KHK û ne jî çeteyên wê dikarin wê rizgar bikin."
 
'Pêşniyarên Rêber Apo wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bikin'
 
Girtiyên ku bal kişandin ser Tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  wiha gotin: "B itecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin re tê xwestin îradeya gelê me hedef hatiye girtin. Pêşniyarên ku Rêber Apo berê kirin ji bo gelê kurd çiqas girîng in ji bo gelên li Tirkiyeyê jî ewqas girîng in û çarenûsa gelên li Tirkiyeyê diyar dikin. Divê ku dewleta tirk demildest bi vê rastiyê qebûl bike."
 
'Berxwedana li zindanan li derve jî mezin bikin'
 
Girtiyan di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kirin ku pêkanînên 12'ê îlonê li girtîgehan di meriyetê de ne û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Di pêvajoya dawîn de li girtîgehan ferzkirina tekmîlê, lêgerîna tazî û di bin navê lêgerîna qawîşan de tacîzkirin roj bi roj li girtîgehan zêde dibe.  bi KHK'ya ku herî dawî hat derxisitn re li girtiyan ferzkirina 'kincên yek reng' tenê li dijî girtiyan nehatiye pêkanîn û li ser tevahiya gelê me hatiye fezrzkirin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî van pêkanînên dijmirovî berxwedana li zindanan hatiye destpêkirin li derve jî bê mezinkirin."
 
'Rêbera me Sakîne Cansiz e'
 
Girtiyan di dawiya daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Em girtiyên PKK'yî û PAJK'î yên di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de diyar dikin ku em ê li dijî van polîtîkayên faşîzan serî netewînin. Çawa ku Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Alî Çîlek di dema xwe de li vê zindanê li ber xwe dan û serî netewandin, em ê jî li ber xwe bidin û serî natewînin. Em ê wan kincên yek reng ku li me tên ferzkirin bi çirînin û biavêjin. Em bang li gelê xwe yê berxwedêr dikin ku li dora Rêber Apo bibin xelek û li der ve jî vê berxwedana li zindanan mezin bikin."