Ji bo Endama Hêzên Asayişa Jinê Suheyla Elîko merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
- 11:15 2 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Bi sedan şêniyên kantona Efrînê ji bo Endama Hêzên Asayîşa Jin Suheyla Elîko sersaxî xwestin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo Endama Hêzên Asayîşa Jin a herêma Efrînê Suheyla Elîko ya ku 29'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê li taxa Efrîna kevin, li ber mala wê veda. Konê sersaxiyê bi wêneyên berxwedêran, yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi alan hat xemilandin.
Bi sedan şêniyên herêmê di saetên sibehê de berê xwe dan konê sersaxiyê û ji malbata Suheyla Elîko re sersaxî xwestin, her wiha merasîmek hat lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Sûreya Hebeş, bi navê Fermandariya Hêzên Asayîşê Nûrşan Berekat, Kongreya Star Roşîn Îbo û Apê şehîd Suheyla Hisên Elîko axivîn.
Axaftvanan ji malbata şehîd re sersaxî xwest û soza şopandina xeta wan da.
Axaftvanan bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a herêma Efrînê û diyar kirin ku ew amadene ku Efrînê ji êrîşan biparêzin.
Di axaftinan de her wiha hate diyarkirin ku serkeftinên Şoreşa Rojava, encamên keda têkoşeran e û banga hevgirtin û piştgiriya bi hêzên parastinê re hate kirin.
Piştî axaftinan nasnameya Suheyla Elîko hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.
Merasîm bi dirûşmeyên 'Şehîd namirin', 'Bê serok jiyan nabe' bi dawî bû.








