Sê jiyanên azadî li xwe pêçan: Sêvê, Pakîze û Fatma

  • 09:01 2 Çile 2018
  • Rojane
Medîne Mamedoglu-Pîroz Zirig
 
ŞIRNEX - Dayika Pakîze Nayir ku du sal berê li Sîlopiyê di dema qedexeya derketina derve de bi du hevalên xwe re hat qetilkirin, Behîye Nayir diyar kir ku wê ji zarokatiya xwe de ji vê dozê hezkiriye û got wê şopdarê doza keça xwe be.
 
Sêvê, Pakîze, Fatma… di 5’ê Çileyê de li Sîlopiya Şirnexê di dema qexedeya derketina derve de sê siyasetmedarên jin yên kurd ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetikirin.  Sê jinên li dijî guleyan bedena xwe kirin çeper û azadî li xwe pêçan. Di ser qetilkirina wan re  du sal derbas bûn.  Çîrokên jiyana wan yên cuda li Sîlopiyê di 5’ê Çileyê de bûn yek. Yek ji van jinan Pakîze Nayir ya 24 salî bû. Li Sîlopiyê hat dinê û mezin bû. Ji temenê xwe yê biçûk de berpirsyariya aborî û manevî ya malbata xwe girt ser xwe. Pakîze di 12 saliya xwe de karkeriya tekstîlê dikir. Di mehên biharê de jî  wek karkera çandiyê dixebitî. Pakîze ya ku hemû barê malbatê hildabû ser milê xwe ji aliyekî ve jî bû parçeyek ji têkoşîna gelê kurd. Pakîze di temenê biçûk de tevlî xebatên siyasî û jinan dibe. Li aliyekî din jî dukana kuafuriyê vedike û piştre dibe hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê.
 
Pakîze, Sêvê û Fatma piştî qedexeya di 14’ê Kanûnê de li Sîlopiyê tê îlankirin şûnde di 4’ê Çileyê de di pevçûnan de li taxa Karşiyaka bi guleya ji wesayîta zirxî tê birîndar dibin û bi hev re jiyana xwe ji dest didin.  Dayika Pakîzeyê diyar kir ku çi dibe bila bibe wê bibe şopdarê doza keça xwe.
 
Behiye soza ku da keça xwe bi cih anî û niha serokatiya HDP’a Sîlopiyê dike. Behiye wêneyê keça xwe maçî dike û diyar dike ku keça wê ji biçûkantiyê de girêdyê têkoşîna gelê kurd bûye.
 
‘Ji doza xwe hez dikir’
 
Behiyeyê ev tişt anî ziman: “Pakîze ji zarokatiya xwe de ji doza xwe hez dikir. Pirtûk dixwend. Neheqî qebûl nedikir. Tiştek bi kesî nedikir. Jinek ciwan bû. dixebitî. Dukana wê hebû. Jinek jîr bû. hêviya malbata me bû. Zanabû. Gelek pratîk bû. Ji zarokatiya xwe de di nav vê dozê de bû. Herî dawî ji bo vê dozê jiyana xwe ji dest dadi.”
 
‘Ez ti car ji bîr nakim’
 
Behiyeyê bi lêv kir ku tiştên wê şevê jiyaye ti car ji bîr nake û got hovîtî ne tenê li keça wê li gelê kurd hatiye kirin û wiha dawî li axafitna xwe anî: “Zarokên me kurd in. Ji bo doza xwe ji bo zimanê xwe têkoşiyan. Edelet û azadî dixwestin. Çima mafê hemû cîhanê heye van bixwazin yê kurdan tune ye? Keça min endama partiyê bû. Ewil birîndar kirin piştre gulebaran kirin. gotin ‘terorîst in.’Em heta dawî li pişt zarokên xwe ne. Li pişt doza wan in. Emê heta dawî doza wan bişopînin.”