ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN

  • 09:00 2 Çile 2018
  • Rojev
*Her ku roj diçe kîn û nefreta gelê taxa Alîpaşa û Lalebeyê mezin dibe. Malbetên li taxên Sûrê dijîn gotin ku xaniyên bi keda destên xwe çêkirine tên hilweşandin. DÎMEN HEYE
 
*jinên Mamoste yên Akademiya şehîd Dorşîn  a xweser diyar kirin ku her tecrîd girandibe îradeya jinê ya ji bo azad kirina Rêber Apo xurt dibe.  
 
*Koordînatora Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Hazal Ozbey diyar kir ku pêkanîna ‘kincê yek reng’   ya bi KHK’a hejmar 696 ketiye jiyanê nayê qebûlkirin û got: “Aliyekî ku dibêje em ji kevneşopiya îslamî tên û li dijî zilmê ne pêkanîneke zalimane ya wek Guantanamo mînak nîşan didin û ev gelek balkêşe.”DÎMEN HEYE
 
*Dayika Pakîze Nayir ku du sal berê li Sîlopiyê di dema qedexeya derketina derve de bi du hevalên xwe re hat qetilkirin, Behîye Nayir diyar kir ku wê ji zarokatiya xwe de ji vê dozê hezkiriye û got wê şopdarê doza keça xwe be. DÎMEN HEYE
 
*Kanên kevir yên li Mêrdînê her ku diçin zêde dibin, jiyana zindiyan û xwezayê dike bin tehdîdê.
 
*Li Kongoyê ji sala 1998’an heta niha xizanî, koçberî û şerê navxweyî tê jiyîn û tê gotin ku di her 5 deqeyan de 4 jin rastî şîdeta zayendî tên. Her wiha ligel jinan zarok jî rastî vê şîdetê tên.