Li malê li girtiyê di girtîgehê de geriyan!

  • 15:50 1 Çile 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Polîsên ku li Nisêbînê bi ser malekê de girtin, li malê li girtiyê ku ev 3 sal e di girtîgehê Y.D. geriyan.
 
Polîsên ku li Nisêbînê bi ser malekê de girtin, li malê li girtiyê ku ev 3 sal e di girtîgehê de ye Y.D. geriyan. Polîsên ku li Y.D. geriyan û ew ji malbata wî pirsîn.  Bûyer li taxa Firatê pêk hat. Polîsên ku kesekî derî li wan venekir bi dîwarê malê de hilkişiyan û ketin hundir. Polîsên ku kesek li malê nedîtin zarok lêpirsîn kirin û birayê wî Y.D. yê ku di girtîgehê de ye jê pirsîn.