'Coşa gelê kurd wê siyaset AKP'ê vala derxîne'

  • 14:12 1 Çile 2018
  • Rojane
Lîlav Alî
 
EFRÎN - Derbarê êrîşên dewleta dagirker a tirk li ser Herêma Efrîn jinan  bertek nîşan dan.
 
Di çarçoveya êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Herêma Efrînê jinan bertek nîşandan û gotin" Em wek dayîk ger ji me werê xwestin em ê xwe bikin top û di nav dewleta tirk de biteqin."
 
'Gelê kurd xwedî vîna azad e'
 
Rêvebera xeta Şehîd Munzir a navçeya Bilbilê  Rîma Ibrahîm êrîşên deweta tirk li ser xaka Efrînê bi tûndî şermezar kirin û wiha got:" Hikumeta AKP'ê ku bi rojan e bi balafiran êrîşên xwe li ser xaka pîroz ya Efrînê dewam dike, bertekên gel her ku diçin zêde dibin. Hewldana dewleta tirk bi ser nekeve û wê vîna gelê azad bi ser keve."
 
Êrîşên li ser goristanan
 
Her wiha welatiya bi navê Narîn Nurî ya ji  navçeyê Bilbilê jî êrîşên dewleta tirk ên li ser goristana Xerzan ya Bakurê kurdistnê şermezar kirin û wiha domand" Tirsa dewleta tirk ji Şehîdan jî heye û dixwazin bi hemû cureyan êrîşî nirxên gelê kurd bikin. Lê belê coşa gelê kurd wê siyaseta dewleta tirk vala derxîne. 
 
Narînê wiha dawî li axaftina xwe anî: Dewleta Tirk çiqas bi çekên xwe êrîşî axa me bike em natirsin. Ji  ber ku hêza meya berxwedanê heye.  Ger ku ji me bê xwestin em ê xwe bikin top û di nav dewleta tirk de biteqin.