Çîroka Şedana Êzidî: Dîl hat girtin, hewl da bireve, niha azadiyê hembêz dike

  • 10:10 1 Çile 2018
  • Rojane
Roza Amed
 
ŞENGAL-Şeda Salim Bişar di fermana 73’emîn de ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hat girtin û 5 caran hewl da bireve û herî dawî gihişt hêzên QSD’ê. Şedayê çîroka met û xwişkên xwe vegot: “QSD tinebûna ez niha tinebûm.”
 
Şeda Salim Bişar ji  di fermana li hemberî DAIŞ’ê de dîl hat girtin û li herêma Dêrazorê ya hatiye azadkirin di 4’ê Mijdarê de xilas bû. Şeda hîna 20 saliye.  Şeda diyar kir ku ji ber derfetên wan tinebû ketine destê DAIŞ’ê û wiha pê de çû: “Hemû kesên girtin birin dibistanan. Jin birin katên jor mêr jî birin jêr. Hemû pere, telefon û zêrên me hgirtin. Piştre hemû mêr birin. Hemû kuştin. Em jî kirin erebeyan û em birin gundê Solag a Şengalê. Em rojekê li wir man.  Hemû keç birin Musul û Reqayê.  Roja din jî hemû jinên pîr birin baxçeyê dawî yê dibistanê.  Dengê çekan hat. cil û bergên çeteyan hemû xwîn bûn.  Me di pacê de mêze dikir. Jinek 68 salî qetil kirin.  Me nekarî tiştek bikira.  Pitşre jî zarokên kûr birin. Ti agahî hîna ji wan nehatiye girtin. em nedizanin mirin ne dizanin kirine leşker.”
 
‘Ji malbata min 15 kes dîl girtin’
 
Şedayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku mehek û nîvê li dibistaneke Talefer dîl hatine girtin û wiha pê de çû: “Her roj dihatin kî biecibandana dibirin. Em birin gundê Şîiyan ya Qezilqizo û Kesrilnehra.  Her roj 50-70 jin dibirin. Min ev hemû bi malbata xwe re jiya. Ji malbata min 15 kes dîl hatibû girtin.”
 
‘Zarok li derve digirî ez li hundir’
 
Şedayê destnîşan kir ku piştî salekê ew birine Reqayê û bi wê re 4 jinên Êzidî bi DAIŞ’iyekî bi navê Fuad re jiyane. Şedayê ev tişt anî ziman: “Em mehekê li wir man. Ji tirsan me paqijiya xwe nedikir. Ji ber me serê xwe şûşt zext li me dihat kirin. Hewl didin me bifroşin. Ez bi birayê min yê du sal û nîv re firotim Ebu Omer Iraktî. Min li DAIŞ’iyên di şer de birîndar bibûn mêze dikir. Li vir kesê bi navê Ebu Salim ez îstîsmar kirim û birim Meyadînê. Min birayê xwe wek zarokên xwe da nasîn. Bi vî awayî min hewl da êrîşên zayendî pêşî lê bigirim lê vê jî fêde nekir. Li birayê min dixist. Destê wî şikand. Bi şev ew derxist derve. Derî digirt. Zarok li derve digiriya ez li hundir. Min çi dikir fêde nedikir.  Ji bo zarokên min ji DAIŞ’yan çênebe, ez çûm doktor û min heb girt. Min ev veşarî kir. An wê ezê bikuştama. Ez şevekê reviyam. Ez girtim. Şevek din jî ez reviyam. Min birayê xwe girt û çûm.  Sibehê saet 4 bû. Min li deriyan xist kesî venekir. Ez çûm cihekî din. Ciwanekî 15 salî bala min kişand. Min jê re got ez dixwazim birevim. Lê ew jî ji îstîxbarata DAIŞ’ê re dixebitî. Piştî saetekê şûnde DAIŞ’iyan hatin ez girtim. Birayê min girtin odeyek din li min xistin. Ez firotim Nehlî Remedan yê 25 salî. Li cem wî gelek jinên Êzidî hebûn.”
 
‘Carek din reviyam’
 
Şeda diyar dike ku carek din reviyaye û bi jinanre çûne malekê û negotine ew Êzidîne û got: “Jina DAIŞ’î telefon da min. Min bi veşarî telefonê malbata xwe kir. Me ji bo hevdîtinê saet 11.00’e eyar kir. Em gelek bi hevî bûn. Lê vê jî kûrt berdewam kir. Piştre ez firotim Ebu Huda. Min karê wî yê paqijiyê dikir. Di dema pêngava azadkirina Reqayê de min mêrekî ne ji DAIŞ’ê nas kir. Me biryar da em birevin. Lê em carek din jî bê encam man.
 
Piştî hewldanek mezin me YPG’iyekî bi navê Xelîl nas kir.  Lê herî dawî me xwe gîhan hêzên QSD’ê. QSD tinebûna ez niha tinebûm. Ez ji nûve hatim dinê. Ew bûn dê, bav û fermandarên min.”