Bi têkoşîna jinan sala 2017'an serkeftî derbas bû!

  • 09:06 1 Çile 2018
  • Rojane
QAMIŞLO-Rêvebera Kongira Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî  derbarê sala 2017'an û xebatên salekê de nirxandin kir.
 
Rêvebera Kongira Star a Kantona Cizîrê  Welîda Botî derbarê sala 2017'an û kar û xebatên ku di sala 2017'an de li rojavayê Kurdistanê hatin kirin de nirxandin kir û pilansaziyên xwe yên ji bo  sala 2018'an vegotin. 
 
 Welîde, wiha li ser sala 2017'an axivî:"Di sala 2017'an de me gelek kar ,xebat, gûhertin û pêşketin pêk anîn ji aliyê rêxistinbûnê  û avakirinê ve. Jixwe  Kongra Star xwe dispêre Komun, meclîs û qomîteyan. Di van saziyan de  rêjeya jinê ji % 50'ye. Di riya hilbijartinên ku heta niha hatin kirin de, xebateke me ya stratejî hebû. Ji bo ku hevserokatî di her cihekî de bê meşandin ji komun heta meclîsan ev xebat hatin kirin. Ji bo sazîbûna komîteyên Kongira Star 10 komîte hatin avakirin. Di nav wan komîteyan de rêxistinbûn lidarxistina Konfiransê xwe û avakirina rêxistina van komîteyan heye.  Weke rêveberî çawa karibe xwe  bi rêve bibe. Sîstema xweser di nava hemû komîteyên de tê meşandinê. Dibe ku di hin cihan de lewaz jî mabe. Loma  em ê di salên pêş de li ser van mijaran bisekinin." 
 
STAR FM û JINWAR pêşketinên sala borî bûn! 
 
Welîde wiha axavtina xwe domand: "Her wiha di aliyê ragihandinê de Radyoya Star FM û  Gundê JINWAR hate avakirin.  hîna jî xebatên avakirina JINWARÊ  berdewamin.  ji bo hemû xebatên girêdayî Kongira Star li darxistina Konferasa aborî ku çawa karibe xwe ji Komunan heyanî asta herî jor bi rêxistin bike xebat berdewam in. ji bo ku jin karibe li çanda xwe  xwedî derkeve li  paqijî û xweşikbûna bajarê xwe xwedî derdikeve. Her wiha ji  aliyê ekolojîk ve ev xebateke girêdayî van Komîteyên di bin banê Kongira Star de ne."
 
Hevserokatî û şêwra Netewî xebata îsal bû!
 
Xebata me ya herî girîng jî rêjeya ji % 50'î û Pergala Hevserokatiyê bû. Her wiha weke jinên kurd di vê salê de Şêwira jinê ya Rojava hat lidarxistin. Ev jî wek xebateke Kongira Star pêşengtî jê re  hat kirin." 
 
'Hedefên sala 2018'an'
 
Ji bo sala me ya 2018'an  di bernameya xebatên Kongira Star de ji Komînan heta Meclîs û Saziyan em ê sere rast bikin. Xebata ji bo jinên ereb wê bi lez û bez were domandin. Her wiha jinên di van herêman de bi rêxistin bikin. Em ê van xebatan hemû bi lez û bez bidin domandin." 
 
 Berdevka Kongreya Star ya Kantona Cizîrê Welîde Botî wiha axvatina xwe bi dawî kir:"Ji ber ku Şoreşa  Rojava Şoreşa jinê ye em ê vê Şoreşê bi dewletên derve re ji aliyê siyasî ve bidin nasîn. Bi rihê jinê bi cewherê jinê em karibin li ser maseyên navnetewî  xwe isbat bikin û tevlîbûna xwe  xurtir bikin. Me ji xwe re kiriye armanc ku em di sala 2018'an de hemû sazîbûna xwe ava bikin."