Çalakiya li Yukselê di roaj 418'an de berdewam kir
- 15:56 31 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 418’an de berdewam kir. Çalakvan Alev Şahîn, diyar kir ku ew ê bi birçîbûnê terbiye nebin. Polîsên mudaxileyê çalakvanan kirin û tevî Alev Şahîn 5 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 298’an û çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 418’an de berdewam kir. Polîsan cardin destûr nedan çalakvanan ku li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konurê kom bûn û dirûşmen berza kirin. Yek ji çalakvanan Alev Şahîn, diyar kir ku dixwazin wan bi birçîbûnê terbiye bikin û wiha axivî: “Nuriye û Semîh 298 rojin di greva birçîbûnê de. Em bi birçîbûnê terbiye nabin. Heya em vegerin karê xwe, emê li ber xwe bidin. Em kedkarin û mafdarin.”
Polîsan axaftina Alev di nivî de qût kirin, pankarta çalakvanan çirandin û bi Alev Şahîn re, Îlker Işik, Sîmge Akam, Mehmet Dersulu, Nazan Bzokurt û Gulnez Bozkurt binçav kirin.








