Jinên herêma Efrînê dest bi çandiniya genim kirin!
- 15:45 31 Kanûn 2017
- Rojane
Lîlav Alî
EFRÎN- Jinên Kooparatîfa Jînda ya Aboriya Jinê li herêma Efrînê ku dest bi çandiniya genim kirin nerînên xwe anîn ziman.
Li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê kooperatîfa Aboriya jinê ya girêdayî Kongira Star dest bi çandiniya genim kir, di kooperatîfa jînda de 9 endamên jin kar dikin û li ser 7 hektar erdên nêzî navçeya Cindirêsê 2450 kîlo tovê genim hat çandin.Têkilîarî mijara çandiniya genim de Endama Koparatîfa Aboriya Jinê Êter Ezîz agahî dan.
Êter Ezîz anî ziman ku ji ber pêdiviya gel herî zêde bi genim heye me bi keda jinê pirojeya kooperatîfan mezin kir û dest bi çandiniya genim kir û wiha domand" Piştî genim tê çandin ji bo genim baş bibe bi dermanê yoryû di meha biharê de tê dermankirin û piştire bi makîneyê û kedek pir mezin tê berhevkirin. Piştî ku genim tê birehevkirin li bazarê tê firotin û hilbirîna ku bi dest xistine nîvê wê li endaman tê belavkirin û bi mîvê mayî jî wê projeyên nû bên avakirin."
Êter Ezîz bang li tevahî jinan kir ku kar û xebatê bikin ji ber ku abûrî bi jinê geş dibê û ev tişt got: Di dîrokê de tê zanîn ku jin bingeha afrandina cîhanê bû û têkiliya wê bi xwezayê re hebû. Ji ber vê jî Rêber Abdullah Ocelan her tim tekoşîn û berxwedana xwe ji bo jinan dide meşandin."
Hêjayî gotinê ye ku demsala çandiniya genim ji payizê de dest pê dike û hata zivistanê berdewam dike û di demsala havînê de bi makîneyê tê berhevkirin.








