Malbata Ferhat ê hat qetilkirin serêdana sûc kir
- 12:00 31 Kanûn 2017
- Rojane
AMED- Malbata Ferhat Dalkiliç ê ku polîsan bi wesaîtê lê da û kuştin serlêdana suc kir.
Malbata zarokê 5 salî yê bi navê Ferhat Dalkiliç ê ku 2 roj berê polîsan bi wesaîtê lê da û kuştin li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir.
Di 29’ê Kanûnê de polîsên ku bi wesaîtê ji navenda bajêr diçûn Zanîngeha Dîcleyê, li xaçeriya Seyrantepeyê li zarokekî 5 salî yê bi navê Ferhat Dalkiliç dan û kuştin. Ferhat ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Lê tevî hemû hewildanan Ferhat li nexweşxaneyê jiyana xwe dest da. Piştî bûyerê nehat zanîn ku kes têkildarî kuştina Ferhat de hatiye binçavkirin an na. Bavê Ferhat Şehmus Dalkiliç, bi rêya parêzerê xwe serî li Serdozgeriya komarê ya Amedê da û xwest sûcdar bên girtin û bên darizandindarîzandin. Şehmus got ku dê serî li ÎHD’a Amedê jî bidin û dê heta dawî dozê bişopînin.
Malbata Ferhat li Mala Şînê ya Pasûriyan sersaxiyê qebûl dike.








