Çalakiyên Kongira Star ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dikin!
- 11:49 31 Kanûn 2017
- Rojane
EFRÎN-Di çerçoveya çalakiyên Rêxistina Kongira Star de ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpê kirîn,semîner li herêma Efrînê hat li sar xistin.
Di destpêka hemleya Kongira Star de ji bo zelalkirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan,li navçeya eşrefiyê û Şiyê semîner li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hat li dar xistin.
Di desêtpêka semînera ku hat lidarxistin de endamên Kongireya Star, bi dehan şêniyên navçeya eşrefiyê û hemû sazî û dezgehên jin amade bun.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiya Rêvebera Kongireya Star ya Komîteya Perwerdê Semîre Muhemed axivî û li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe parve kirin û wiha got: "Rêber Apo azadiya jin û avakirina pargala Neteweya Demokratîk ji xwe re esas digire. Li ser vî esasî canê xwe feda kir. Her wiha ji ber jiyana Rêber Apo watedar û hêviya gelên bindest e, hêzên weke Tirkiyê, Israîl, Amerîkayê jî, ji Serok Apo di 15'ê sibatê 19992'an de girtin û komployek li dijî wî pêk anîn.
Li navçeya Şînê jî semîner
Di semînera Navçeya Şînê de jî hemu sazî û dezgehên jin amade bûn û Rêvebera Kongreya Star Mizgîn Beko axivî û balkişand ser girtina Rêberê PKK' Abdulah Ocalan ku ev bi salan e di zindana Îmraliyê de ye û bang li tevahî saziyên navneteweyî kir ku demeke beriya demekê li azadiyta Abdullah Ocalan xwedî derkevin û çalalkiyên xwe xurt bikin.
Semîner bi sînevîzyona li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi dawî bû.








