Ji bo zarokan şahî hat lidarxistin!

  • 11:20 31 Kanûn 2017
  • Rojane
EFRÎN- Meclisa Saziya Malbetên Şehîdan bi alîkariya Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Jinê,şahiyek ji zarokan re li darxist.
 
Bi minasebeta sersala 2018'an  Meclîsa Malbetên Şehîdan bi alîkariya Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Jinê li Pêşdibistana Nur El Şems ,şahiyek ji bo zarokên  şehîdan li dar xistin.  Di şahiya ku hat lidarixstin de zarokên Pêşdibistana Nur El Şemis,  Komeleya Nupel ya Sêwiyan tevli şahiyê bûn.
 
Di şahiya hat lidarixistin de de sala 2018'an li hemû zarokên şehîdan ku tevli bûn û li zarokên din hat pîrozkirin.
 
Piştre gelek lîstk ji aliyê zarokan ve hatin pêşkêşkirin û diyarî jialiyê Desteya Karûbarên Civakî ve li zarokan hatin belavkirin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.