Pakrewanên azadiyê nehatin jibîrkirin!
- 10:56 31 Kanûn 2017
- Rojane
KOBANÊ- Li Kantona Kobanê ji bo hatina sala nuh Saziya malbatên şehîdan li goristana Şahîd Dicle ji bo bîranîna şehîdên xwe find pêxist û ew bîr anîn.
Saziya Malbatên Şehîdan li Kobanê bi meresîmeke ji bo bîranîna şahîdan li ser goristana Şehîd Dicle bi tevlîbûna bi dehan kesên ji Saziya Malbatên Şehîdan li ser her goreke şehîdan find pêxist.
Di ziyaretkirina goristanê de meresîm hat li darxistin. Merasim bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser wateya şehadetan axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan hat dayin. Meresim bi pêkxistina findan bi dawîbû.
Hêjayî gotinê ye ku her sal di cejnan de û di sala nuh û hemû rojên taybet de cangoroyên vî welatî nayên jibîrkirin û gorên wan tên ziyaretkirin.








