Zema pereyê asgarî têrî ku Dîroşê kêfxweş bike nake
- 10:33 31 Kanûn 2017
- Rojane
Duygu Erol
ENQERE- Zema ji bo pereyê asgarî ya ku wek 199 lîra hat aşkerakirin, buhayê fîstanê zaroka bi navê Dîroş ku ji bo rojbûna wê ji mexezeyê jê re hatibû kirêkirin û piştî rojbûnê wê dîsa bê radestkirin e û ev jî tê wateya ku ev zem tenê dikare çend saetan zarokekê kêfxweş bike.
Malbat ji 4 kesan pêk tê. Sê xwendekarin. 3 jinin. Zaroka herî biçûk diçe zanîngehê û di pola duyem a zanîngehê de navber daye. Jiyanek zehmete lê li her derê malê piştevanî û samimiyet heye. Mînak her sohbet samimiye. Mirov dikarin her tiştî biaxivin. Em behsa zaroka herî biçûk ya ji bo zanîngehê xwe amade dike dikin. Ew jî wê îsal zanîngehê qezenc bike û biçe. Ligel vê behsa zaroka navîn ya sala borî zanîgeh qezenckiriye û çûye tê kirin. Em behsa nasnameya jinê, Kurd û Kizilbaş dikin.
Sohbet kûr dibe. Di carekê de di televîzyonê de zema ji bo pereyê asgarî tê aşkerakirin. Her kes bi awayekî matmayî dibêje ‘gelo bû çiqas’. Em hemû li nûçeyan dinêrin. Her kes gotinekê dibêje. Dema nûçe hat xwendin kêfxweşiyek bû. Me digot qe ne be zem hatiye kirin. Lê zema ji bo ceyran, gaza xwezayî û avê tê jibîrkirin.
‘Etîketê navê je ez ê şûnde bidim’
Piştî em hinek keniyan me behsa fature, bac û zem axivî. Dayik dibêje: “Keça min duh ceyran cem kirin. Me zema pereyê asgarî zêde bû em çi bikin. nirxa pere tine. Em nekarin zarokan bidin xwendin. Dema keça min dibistan berda ez xemgîn bûm lê niha difikirim, ew jî nexebitiya minê çawa du zarok bida xwendin.’ Me ev diaxivîn derî lê ket. Dayikek ciwan bi keça xwe ya yek salî Dîroşê re dikev hundir. Cîrana wan bû. Em ji Dîroşê hez dikin. li aliyekê din jî dibêjin fistanê wê çi xweşe. Lê em dibînin ku etîket jê nekirine. Dayik dibêje ‘hun etîketê jê nekin’. (dikene) Piştî rojbûna wê ezê bibim şûnde bidim.”
Bi mîlyonan kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn
Malbata em bûn mîvanê wan, em dibînin ku zema ji bo pereyê asgarî hatiye kirin ji bo wan ti wateya wê tine. Bi zemê re fistanê bebek Dîroşê jî di dolaba wê de namîne. Li gorî lêkolîn TURK-Îş sînorê birçîbûnê ya malbateke ji çar kesî pêk tê hezar û 567e, ya xizaniyê jî 5 hezar û 106 lîraye. Bi mîlyonan kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn.








