Di 2017’an de li Tirkiyeyê zarok

  • 10:10 31 Kanûn 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Tirkiyeyê di 2017’an de herî kêm  420 zarok li malê, kolanê û dibistanê rastî îstîsmarê hatin. Li Kurdistanê 8 zarok ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran ve bi kardianîn ve hatin qetilkirin. Dîsa di 2017’an de di 9 mehên ewil de 6 zarok di encama bombeyên ku hêzên leşkerî teqandin û mayînan de jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Tirkiyeya ku di bin şert û mercên OHAL’ê de xwe amade dike bikeve sala nû, di 2017’an li gorî rêjeyên me ji çapemenî û Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin girtine, herî kêm 420 zarok li malê, dibistan, kolanê rastî îstîsmarê hatine. Bûyerên îstîsmara zarokan ên di 10 salên dawî de ji sedî 700 zêde bûne û li gorî ‘Rapora zayendê ya di perwerdê’ de ya Egîtîm Sen'ê de di 2017’an de di 5 mehên ewil de 182 zarok li dibistanan rastî îstîsmara zayendî hatine.
 
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Cezayê ya Wezareta Dadê, ji meha Tebaxa 2017’an şûnde li girtîgehan 2 hezar û 800 zarok yên temenê wan di navbera 12-17’yî de di girtîgehan de û ji sala 2013’an heta niha jî 6 heb jê întîxar 13 zarokan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Ji Nîsana 2017’an û şûnde 560 zarokên di navbera temenê 0-6 de bi dayikên xwe re li girtîgehan de dimînin. Li gorî rapora DÎSK’ê ya ‘Li Tirkiyeyê zarokên karker’  ji 2017’an û şûnde nêzî 2 mîlsyon zarok tên xebitandin û ji van ji sedî 80’ê jî derveyî qeydê tên xebitandin.
 
8 zarok bi wesayîtên zirxî hatin qetilkirin
 
Ji meha Çile ya 2017’an şûnde li Tirkiyeyê mîlyonek û 28 zarok zarokên penaber dijîn. 870 hezar zarokên penaber di temenê ku biçin dibistanê de ne lê ji van herî kêm 380 heb nekarin biçin dibistanê. Di 9 mehên ewil ya 2017’an de 6 zarok ji ber mayîn û bombeyên hêzên leşkerî hatin qetilkirin. 14 heb jî birîndar bûn. Dîsa di 2017’an de 17 zarokî întîxar kir û ji van 12 heb mirin û 5 heb jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. di 2017’an de  herî kêm 100 zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin.
 
ÇILE
 
*Di meha ewil ya salê de 8 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û 8 zarokî jî jiyana xwe ji dest da. dîsa zarokek ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin û li Wanê zaroka 38 rojî rastî îstîsmara zayendî hat û jiyana xwe ji dest da. Li Êlihê jî zarokekî întîxar kir.
 
SIBAT
 
*Di meha Sibatê de di dîrokên cuda de 14 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Li Aydinê mêrekî mamosteyê dîrokê li dibistanê sê xwendekar îstîsmar kir. Li Balikesîrê zarokek 13 salî rastî îstîsmara 11 mêrî hat. Li Semsurê kurê şaredarê AKP’î Yusuf Ozdemîroglu xwendekarek xwe îstîsmar kir.
 
ADAR
 
*Di meha Adarê de herî kêm 63 xwendekar rastî îstîsmarê hatin. Li Mêrdînê li dibistanek seretayî 50 xwendekar rastî îstîsmara zayendî ya xebatkarê dibistanê M.Ş.Y hatin.  Li Kirşehîrê xwendekarên dibistana seretayî diyar kirin ku mamosteyê wan Y.G ew îstîsmar kirine.  Li Enqereyê li Dibistana Nurî Bektaş  midûrê dibistanê sê salan herî kêm 100 xwendekar îstîsmar kiribû.
 
NÎSAN
 
*Di meha Nîsanê de herî kêm 33 xwendekar rastî îstîsmarê hatin. Li Denîzliyê zarokekî ku dixebitî rastî îstîsmara xebatkarên şîrketê hat û dîsa li Denîzliyê li dibistanekê xwendekarek rastî Îstîsmara mamosteyê xwe hat.
 
GULAN
 
*Di meha Gulanê de 38 zarok rastî îsmarê hatin.  Li êlihê zarokek rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat û fuhuş hat lê ferzkirin. Zarok ducanî derket. Li Sêrtê jî zarokek rastî îstîsmara bavê xwe hat.
 
 Furkan û Muhammed hatin qetilkirin
 
*Di 4’ê Gulana 2017’an de li Sîlopiyê zarokê bi navê Muhammet yê 7 salî û Furkan yê 6 salî di mala xwe de di encama wesayîta zirxî li mala wan xist de jiyana xwe ji det dan.
 
HEZÎRAN
 
*Di meha Hezîranê de 17 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.  Li Çinarcikê zarokek ji parkê hat revandin û rastî îstîsmara M.Ş.A hat û hat qetilkirin. Li Muglayê zarokek rastî îstîsmara birayê xwe hat.Li Baglara Amedê zarokek rastî îstîsmara zayendî hat.
 
Li Amedê zarokek hat qetilkirin
 
*Di  9’ê Hezîranê de li Nisêbînê  wesayîta zirxî ya polîsan zarokê bi navê Mehmet Şerîf B. yê 17 salî birîndar kir. Li ser rêya Amed-Çewlîkê zarokekî 8-9 salî di bin wesayîta polîsan de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
TÎRMEH 
 
*Di meha Tîrmehê de 27 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Li Aydinê 4 zarok, li Konyayê yek, li Agiriyê zarokên diçûn qursa kuranê rastî îstîsmara meleyan hatin.
 
TEBAX
 
*Di meha tebaxê de 26 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
 
* dîsa di 1’ê Tebaxê de zarokê ji Kobanê yê 7 salî Raşîd Oso li Okmeydaniya Stenbolê hat qetilkirin.
 
ÎLON
 
*Di meha îlonê de jî 33 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin hiştin.
 
COTMEH
 
*Di meha cotmehê de 32 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
*Di 19’ê cotmehê de li taxa Çal a Sêrtê  zaroka bi navê Felek Batur di bin wesayîta zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
MIJDAR
 
*Di meha Mijdarê de jî mêran 35 zarok îstîsmar kirin.
 
KANÛN
 
*Di meha Kanûnê de jî 31 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin