Greva birçîbûnê di roja 61’ê de ye: Girtî kîlo didin

  • 10:02 31 Kanûn 2017
  • Rojane
DÊRSÎM- Greva birçîbûnê ya girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê ket roja 6’ê. Hat diyarkirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn û kîlo didin.
 
Girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê ji ber ferzkirina ‘qerta nasnameyê’ û zextên li ser wan ketibûn greva birçîbûnê û grev ket roja 61’ê. Girtiyên ji 1’ê mijdarê de di grevê de ne û ji ber qerta nasnameya rêveberiya girtîgehê daye red dikin, dernaxin revîrê, hevdîtinê û cil û bergên zivistanê jî nadin wan.  Xizmên girtiyan bi lêv kirin ku ji ber hevdîtinên bi dozgeriyê re encam nedane û di rewşa hevdîtina vekirî pêk neyê wê li ber girtîgehê çalakiya runiştinê pêk bînin.
 
Endama ESP MYK’ê Denîz Bahçecî der barê rewşa dawî ya girtîgehan de daxuyaniyek da û bi lêv kir ku zextên li girtîgehan 4 mehe zêde bûne û wiha pê de çû: “Midûrê girtîgehê dibêje ev pêkanîn 4 meh berê tine bû. Lê di serdana min ya 4 meh berê de min dizanî ev zext hene.”
 
‘Ne tesaduf e’
 
Denîzê daxuyakirin ku girtîgeha Xerpêtê veguheriye kampa dîlgirtiyan û diyar kir ku bi KHK’a dawî re qanûna ‘kincê yek reng’ hat derxistin û beriya vê jî ferzkirina nasnameyê hatibû kirin û ev ne tesaduf e. Denîzê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girtiyên di grevê de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne û got girtî kîlo didin û got wê şopdarên vê rewşê bin.