‘Zanista psîkolojiyê divê ji zayendperestiyê derkeve’
- 09:45 31 Kanûn 2017
- Rojane
Evrîm Kepenek-Zulal Koçer
STENBOL- Hatîce Goz diyar kir ku divê zanista psîkolojiya serdest ya mêr ji zayendperestiyê bê parzînkirin û ji nû ve bê venasîn. Hatîceyê bi lêv kir ku divê psîkologên ciwan li ser psîkolojiya femînîst û rexnegir bisekinin û anî ziman ku zanisteke ji rastiya civakê dûr ti fêdeya wê ji kesî re tine.
Hatîce Goz ya ji zanîngeha Abant Îzzet Baysal ji beşa psîkolojiyê mezûn bûye zanista psîkolojiyê di çarçoveya nêzîkatiyek rexnegir de digire dest û diyar kir ku qada psîkolojiyê ya li Tirkiyeyê muhafazakar bûye û got ku ew xebata di qadên ku pergal pêşniyar dike red dike.
‘Zanista psîkolojiyê kapîtalîzmê xwedî dike’
Hatîce Goz di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê biryar daye li Zanîngehê beşa psîkolojiyê bixwîne lê li dibistanê di çarçoveya nêzîkatiya rexnegir li zanista psîkolojiyê mêze kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zanisteke psîkolojiyê ya ji rastiya civakê dûr, ya bi civakê re nayê cem hev fêdeya wê ji ti kesî re tine ye.”
Hatîceyê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bikaranîna dermanên tenduristiya rûh zêde bûye û bi hezaran kesên ku serê wan diêşin û xewa wan nayên van dermanan bi kar tînin û feraseta psîkolojiya alîgir jî kapîtalîzmê bi vê rê xwedî dike. Hatîceyê ev tişt anî ziman: “Zanista psîkolojiyê bi kapîtalîzmê re di nava hev de ye. Li Tirkiyeyê zanista psîkolojiyê di klînîka psîkolojiyê de tê tengkirin.”
Hatîceyê daxuyakirin ku divê li dijî psîkolojiya alîgir psîkolojiya rexnegir bê pêşxistin û ji bo vê jî divê ewil beşên psîkolojiyê yên li zanîngehan ji nû ve bên biteşekirin. Her wiha Hatîceyê anî zimain ku divê zanista psîkolojiyê ji zayendperestiyê bê parzînkirin.








