ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN

  • 09:00 1 Çile 2018
  • Rojev
 
 
*Seroka EMEP'ê Selma Gurkan a ku li ser kincên yek reng ku li girtiyan tê ferzkirin û parastina darazê a hêzên mîlîtarîst nirxandin kir diyar kir ku AKP'ê hemû rê girtine. Selama   derbarê KHK'yên ku tên derxistin de jî diyar kir ku divê KHK nebin sedema tirsê û bibin sedema berxwedanê. 
 
*Jina ciwan bi navê Şeda Salim Bişar piştî Fermana 73'yan ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hat girtin ji daxwaza xwe ya azadiyê qet tawîz neda. Şeda  ji bo ku xwe ji destê çeteyan rizgar bike 5 caran hewl daye bireve û herî dawî xwe gîhandiye hêzên QSD'ê. Şeda ya ku piştî ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin çîroka xwe vegot anî ziman ku ne ji QSD'ê bûya ew ê niha ne jiyana.
 
*Goristana Hecez ku cenazeyên şervanên YPS/YPS - Jin û YJA Starê lê hatine definkirin a ev nêzî du salan e bi hinceta ku li ser qedexe heye nayê tamîrkirin. Dayikên ku navê zarokên xwe jî li ser goran nenivîsandine ji dûr ve li goristana ku zarokên wan lê hatine definkirin dinêrin û lorîkan dibêjin. BI DÎMEN
 
*Daraza ku bi hiqûqa mêr tevdigere di bin navê "rewşa baş", "Tevgera rêzdar" dar de kêmkirina cezyê ku pêk tînê cesaretê dide mêran. Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî, diyar kir ku li dijî qirkirina jinan tu şensekî jinan ê ji rêzitinbûnê û têkoşînê wêdetir tune ye.
 
*Jina bi navê Hediye Gençer ku hingivê li gund hildiberîne tîne li Cizîrê li bazarê difiroşe, ji ber ku debara xwe dike kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Di bedêla ku keda we ya li malê nayê dîtin beralî dikin bi tiştên we kêfxweş dikin mijûl bibin."BI DÎMEN
 
*Hêzên Endamên Hêzên Parastina Civakê (HPC) jinê derbarê rola jinê di parstinê de û êrîşên li ser herêma Efrînê pêktên nerînên xwe anîn ziman û gotin" Bi hemû hêz û îradeya xwe li ser xeta şehîdan û felsefiya Rêber Apo em ê li himber hemû cureyên dagirkeriyê bisekinin."
 
*Rêvebera Kongira Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî  derbarê sala 2017'an û xebatên salekê de nirxandin kir. DÎMEN HEYE
 
*Fermandara ya Giştî ' ê YPJ newroz emir diyar kir ku ku veguheriye rêxistina ya YPJ Parastina Jinên Hemû gelên Ji Bakurê Sûriyeyê, onu Jinên li herêmê Hemû bûye garantiya azadiyê.  Wiha Newrozê var: "em îro o Jinên Azadiya tenê Rojavayê Kurdistanê tênakoşin olacak. Em Jinên Hemû mîratene cîhanê. DÎMEN HEYE