'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
- 15:38 30 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku wan salek tije binpêkirinên mafan li pey xwe hişt û xwest sala 2018'an bibe sala ku dayik li windayan negerin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi hişyariya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li salona Vedat Aydin a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe di hefteya 464’an de berdewam kirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî û xizmên windayan amade bûn. Racî, di çalakiyê de diyar kir ku ev daxuyaniya wan a dawiya sala 2017'an e û xwest êdî dayik li windayan negerin û winda tev bên dîtnin û edalet cihê xwe bibîne.
‘Me salek tije binpêkirinên mafan li pey xwe hişt’
Racî, anî ziman ku sala 2017'an bû sala binpêkirinên mafan û salek tije binpêkirin li pey xwe hişt. Racî, anî ziman ku her kesî dixwazin bi rejîma OHAL'ê bikin mahkûmê xwe û wiha got: "Di sala 2017'an de yek faîl jî nehat ronîkirin. Darazê erk û berpirsiyariya xwe pêk neanî. Gelek dosya tev li demboriyê bûn û ser wan hatin girtin.
‘Bila 2018 bibe sala ku dayik êdî li windayan negerin’
Racî, xwest sala 2018'an bibe sala ku dayik êdî li windayên xwe negerin û windayên hemû dayikan bên dîtin. Bîlîcî dîsa xwest hemû girtiyên ji ber nasnameya xwe ya muxalif hatine girtin tev bên berdan.
Çîroka Siddik Kaya xwendin
Piştî axaftinan, çîroka Siddik Kaya yê di 20'ê Mijdara 2002'an de li gundê Karapinarê yê Gimgima Mûşê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
Prz. Hasan Yalçin, çîroka Kaya xwend. Hasan, diyar kir ku li gorî agahiyên xwişka Siddik, Herdem Şengul da; Di 19'ê Mijdara 2002'an de kesekî bi tirkî axivî bi telefonê li Siddik geriya. Dema Şengul pirsa 'Tu diçe ku? pirsî, Siddik jî gotiye 'Ez dê tevî Serheng Celal heta pirê biçim. Netirse nakevim kemînê' Piştî ku dereng ma Herdem dîsa bi telefonê lê geriya lê xwe negîhand wî. Piştî wê carek din agahî jê negirtin. Herdem, diyar kir ku cenazeyê Siddik Kaya di 24'ê nîsana 2003'an de li ber çemê Mûradê dîtin."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû."








