Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt

  • 15:27 30 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED - Piştî Rêxistina DBP'ê ya Amedê 5'emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê li dar xist, polîsan bi ser avahiyê ve girt. Polîsan bi hinceta afiş û pankartên "Dijqanûnî" hene avêt ser avahiyê û hemû pankart kom kirin.
 
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) 5'emîn kongreya xwe ya awarte bi dirûşma "Bi civak a ku ronî dibe ber bi siberojeke azad ve" pêk anî. Piştî kongreyê polîsan bi hinceta afiş û pankartên "Dijqanûnî" hene avêt ser avahiyê û hemû pankart kom kirin.
 
Lêgerîna polîsan dewam dike û avahiya HDP'ê di dorpêça polîsan de ye.