Li Edeneyê 3 heb jê zarok 5 kes hatin binçavkirin

  • 11:13 30 Kanûn 2017
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê li ser malan hat girtin û 3 heb jê zarok 5 kes hatin binçavkirin.
 
Li Kuçeya Barbarosê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê serê sibehê li ser gelek malan hate girtin. Piştî lêgerînê bi hinceta ku têkildarî 28’ê Mijdarê ku li Qereqola Polîsan a Hurriyetê bombeya deng pêk hatibû Nur A.(18), H.K (14), R.B (12), K.E (17), Veysi B.(18)  hatin binçavkirin.  
 
Kesên ku hatin binçavkirin piştî qontrola wan a tenduristiyê birin Miduriyeta Emniyetê ya Bajêr.