'Me canê kesekî neşewitand lê me aciz kir'
- 10:47 30 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Sureyya Karacabey ku bi KHK'yê hatibû îhraçkirin diyar kir ku wan dev ji tu soza ku jê bawer dikin bernedaye û ew ê berxwe bidin û wiha got:" Me canê kesekî neşewitandiye lê me canê wan aciz kiriye."
Di sala 2016'an de ji 89 zanîngeha 128 akademisyenan bangek wiha kirin:"Divê dewlet dev ji komkujiyên ku pêk aniye û polîtîkayên surgunê ku bi awayekî zane tê kirin, berdin" û belavoka, "Em nabin hevkarê vê sûcê" îmze kirin. Gelek akademisyenên ku belovok îmze kirin bi KHK'yan hatin îxraçkirin. 148 akademisyen jî bi "propagandaya rêxistinê" tên darizandin. Rûniştinên ku li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê dê bê çêkirin dê heta Gulana 2018'an dewam bike. Surreya Karacabey ku ew jî di meha çileyê sala borî de hatibû îxraçkirin derbarê pêvajoya dadgehê de pirsên me bersivand.
'Belavok veguherandin doza xwînê'
*148 akademisyen ji ber ku gotin 'Em nabin hevkarê vê sûcê' tên darizandin. derbarê gelek kesan de jî lêpirsîn vebû. Akademisyen bi 'propagandaya rêxistinê kirine' tên sûcdarkirin. Hûn pêvajoya vê mehkemeyê çawa dinirxînin? Li welatekî darizandina ewqas akademisyenî tê çi wateyê?
Diyar kirin ku ew ê dozê li kesên ku cara yekem îmze avêtin vekin. Ez nafikirim ku kesên belavok îmze kirin hatin bîra wan ku qaşo "propagandaya rêxistinê' dikin. Dev ji raporên ku di vê mijarê de hatiye weşandin berde wêneyên ku hatiye pêşberî me û bûyerên ku nayên înkarkirin heye.
Dema ku polîtîkaya wan hat guhertin mudahaleyek hişk kirin û belavok veguherî doza xwînê. Mirovên ku bê kar hiştine a niha tên darizandin. Kesên ku baş bixwînin dizanin ku ev ne propagandaya rêxistinê ye. Lê encamên ku tê derxistin ne hiqûqî ye, siyasî ye.
'Ev polîtîkaya teslîmgirtinê ye'
*Akademisyenên ku îmze avêtine û derbarê wan de doz hatiye vekirin ku bi 7 û nîv salên girtîgehê tên xwestin bên cezakirin salnameya wan a ku dê li Edliyeya Stenbolê dewam bike dê di 5'ê Mijdarê de dest pê bike û heta Gulana 2018'an dewam bike. Hemû akademisyen li dijî hemû darizandin û jiderxistina kar heman xwestekê bi lêv dikin. Ev pêvajoya dê çawa bê ravekirin?
Mirovên ku ji hev cuda difikirin mafên xwe bi kar anîn, mafên xwe yên rexnekirinê bi kar anîn, ger li vê yekê xwedî dernekevin hemû tişt ji bo her kesî dê hîn ne baş bibe. Çimkî polîtîkaya teslîmgirtinê ye. Ez naxwazim teslîmî tu sazî, organîzasyon û dewletê bibim.
'Tiştên ku me gotiye em li dû wan e'
Xwesteka me naguhere ji ber ku me sûcek nekiriye û em li dû tiştên ku me gotine ye.
*Herî dawî banga we ya ji bo pêvajoya darizandinê çi ye?
Em ji tu gotinên ku em dizanin em mafdar in em dev jê bernadin, em ê berxwe bidin. Em li pêvajoya dadgehê nanêrin em li dawiyê û ka çi ji me re maye em li wê dinêrin. Ez mafê xwe yê fikirandinê ê azadiya îfadeya xwe emanetî tu kesî nakim, ev mafê min ê xwezayî ye. Heta ku ez wiha bifikirim jî kesek nikare azadiya min asteng bike. Em hîn bi hêz in çimkî me canê kesekî neşewitand lê me canê wan aciz kir. Em ê dewam bikin ku canê wan aciz bike.








