ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 30 Kanûn 2017
- Rojev
*Li Tirkiyeyê bi salan e yan siyasetmender an jî gel ji ber ku navê Kurdîstan bi kar aniye yan hatine girtin yan jî derbarê wan de doz hatine vekirin. Qedexebûna navê Kurdîstan hîna berdewam dike. Di salên 90'an de malbatên ku dixwestin navê Kurdistan li zarokên xwe bikin bi astengiyên midûriyeta nifûsê rû bi rû diman û navên zarokên wan li gorî daxwaza midûriyeta nifûsê dihatin guhertin. Bêtehemuliya li hemberî navên Kurdî û Kurdîstan hîna berdewam dike.
*Li Tirkiyeyê piştî ku OHAL hat îlankirin û şûnde hemû beşên civakê zarareke mezin dîtin. Herwiha OHAL'ê tenê li ser gel bandora xwe nekir li ser pez jî bandora neyînî kir û qeyrana aborî her ku diç zêdetir dibe. Li herema Serhedê ji welatiyên ku tenê bi xwedîkirina pez debara xwe dikin Mucevher Yildiz diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê re sewalkarî hatiye asta têkçûnê. BI DÎMEN
*Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Zeycan Atêş ya ku derbarê girîngiya şanoyê de ji kameraya me re axivî diyar kir ku şanû neynika civakê ye û ji ber wê şanoyek ku jin tê de nebe ne pêkan e. BI DÎMEN
*Derbarê xwendekarên li Lîseya Anadolu û Pîşeyî ya Kemal Gozu ya li Nisêbînê bi hinceta govend gerandine hat girtin û lêpirsîn hat destpêkirin.
*Bi KHK hejmar 696 ya hat derxistin re pêkanîna ‘cilê yekreng’ tê ferzkirin û xizmên girtiyan û nûnerên partiyên siyasî bertek nîşan dan û wiha gotin: "Bi vê biryara KHK’ê re welat dikeve dema kaosek nû. Ev pêkanîn wê bandorê li her alî qada jiyanê bike. Em ê piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan." BI DÎMEN
*Zelîxan Ceylan a 60 salî ku li taxa Alîpaşa ya Sûrê ku hilweşîn lê didome dijî, got yekane bendewariya wê ya ji sala tê ev e ku li Sûrê bimîne û bijî. Zelîxan wiha dibêje: “Ma fêm nakin ku derdê me ne pere ye. Ji bo me fêm bikin divê li vir şahidiyê bikin. Heta neyê jiyîn kes fêm nake.” BI DÎMEN
*Di sala dawî de ji ber geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê û Kurdistanê hatin meşandin, çalakiyên jinan gelek deng da. Her wiha parlamenterên HDP'ê û cezayên li wan hatin birîn jî ji geşedanên sereke bûn.
*Sureyya Karacabey ku bi KHK'yê hatibû îhraçkirin diyar kir ku wan dev ji tu soza ku jê bawer dikin bernedaye û ew ê berxwe bidin û wiha got:"Me canê kesekî neşewitandiye lê me canê wan aciz kiriye."








