Jinên HDP'yî: 'gotina me ya em bibêjin heye'
- 16:28 29 Kanûn 2017
- Rojane
WAN - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Wanê bi dirûşma "Gotina meya em bibêjin heye, hîza me ya em biguherînin heye" bi jinên di rêveberiya saziyên li herêm de re konferans li dar xist.
Meclisa Jinan a Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) ya Wanê dirûşma "Gotina meya em bibêjin heye, hîza me ya em biguherînin heye" bi jinên di rêveberiya saziyên li herêmê re konferans pêk anî. Di konferansa ku li Avahiya Egtîm Senê hat lidarxistin de pankarta bi nivîsa "Gotina meya em bibêjin heye, hîza me ya em biguherînin heye" hat daliqandin. Di konferansê de Parlamentera Wanê Bedî Ozgukçe Ertan, Meclisên jinan ên HDP û DBP'ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) nûnerên KCD û ÎHD'ê û gelek jin amade bûn.
Konferans bi rêzgirtiyana ji bo pakrewanên Azadiyê hat destpêkriin û axaftina konferansê ya destpêkê ji aliyê Endama PM'a HDP'ê Zelal Yerlîkaya ve hat kirin. Zelal diyar kir ku wê HDP Kongeraya xwe ya 3'emîn bi hêzeke mezin li dar bixin. Zelal diyar kir ku HDP partiya jinan e û ew ê bi jinên ku bên gel hev re heta xwe diyar bikin.
Zelal a ku nivîsa ji Navenda Giştî ya HDP'ê hat xwend û piştre ev pirs ji niqaşên re vekirin:
"*Derbarê partîbûna jinê de kîjan kêmasî tên jiyîn? Em kêmasiyên xwe çawa dikarin çareser bikin?
*Taybtmendiya me ya partîbûna jinê çawa dikare bandorê li ser têkoşîna me bike û pêş ve bixe?
*Em di xebatên xwe yên rêxistinkirinê de kêmasiyên xwe çaw dikarin çareser bikin?"
Piştî niqaşan parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û diyar kir ku nêrînên jinan wê rê nîşanî DP'ê bidin.
Bedîa diyar kir ku li geş hemû pêkutiyan jî wê jin ji kongreyê re pêşengiyê bikin û wiha got :" Wê hebûna jinê astengiyan bide derbaskirin. Divê jin herî zêde li dijî îktîdarê mil bidin hev."
Konferansê piştre ji çapwmeniyê re girtî berdewam kir.








