Dayikên Şemiyê: Daxwaza me ya di sersalê de dîtina wendayiyê me ye

  • 16:28 29 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê dê sibehê êvarî li Qada Galatasarayê bi şiara ‘Daxwaza me ya di sersalê de dîtina wendayiyê me ye!” findan vêxin.
 
Dayikên Şemiyê yên ku ji bo aqubeta wendayan bipirsin û faîl bên darizandin ji 27’ê Gulana 1995’an heta a niha her rojê şemiyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Îsal jî ew ê bi boneya sersalê li Qada Galatasarayê aqubeta wendayên xwe bipirsin û ew ê finda vêxin. Dayikên Aştiyê daxwaz kirin ku hemû kes di sersala nû de bigihêjin hêviyên xwe û xeyalên xwe. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku dê bi şiara “Daxwaza me ya di sersalê de dîtina wendayiyê me ye” dê li Qada Galatasarayê bin.
 
Dayikên Şemiyê gazî hemû kesan kirin ku guh bidin stranên wan û sibehê saet 19.00 de werin Qada Galatasarayê.