Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rapora 2017'an aşkere kir
- 13:44 29 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya, rapora 2017'an a binpêkirina mafê çayemeniyê li şaxa ÎHD'ê bi raya giştî re parve kir. Endamên Platformê diyar kirin ku dê şopa heqiqêtê bidomînin û li dijî zextan dê bibin dengê jinê ya nava civakê.
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya, rapora 2017'an a binpêkirina mafê çayemeniyê li ÎHD'a Amedê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Gelek rojnamegerên jin ên endamên Platformê tevli civînê bûn. Li ser navê rojnamegerên jin Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney daxuyanî xwend. Rojnameger Ayşe, diyar kir ku piştî îlankirina OHAL'ê û KHK'yên hatin weşandin, mekanizmayek nû ya rêveberiyê hat ser desthilatdariyê û wiha got: "Piştî OHAL'ê hemû beşên civakê hatin cezakirin û tê cezakirin.
'Jin hedef hatin girtin'
Ayşe, anî ziman ku di sala 2017'an de herî zêde rojnamegerên jin bûn hedef û wiha got: "Bi OHAL û KHK hemû maf ji holê hatin rakirin. Rojnamegerên hewl dan vî mafê xwe biparêzin û pêş bixin, hatin binçavkirin, girtin û rastî cezayan hatin. Bi taybetî rojnamegerên jin bûn hedef. Mêrê ku ji gotinên zayendîparêz ên daraz û hikûmetê hêz girtin, li mal, kolan û hemû qadên jiyanê bêtir zext û tundî li ser jine pêş xist. Li her qadê êrîş zêde kir. Jinên li Tirkiye rojnamegerîye dikin bûn hedefa êrîşan. Rojnamegerên jin ên li qadê kar dikin, hem ji ber nasnameya jinê û hem jî ji ber nasnameya rojnamegeriyê rastî gef, lêdan û tundiyê hatin. Hatin binçavkirin û girtin. Bi KHK'yan betal hatin hiştin."
Ayşe, binpêkirinên li dijî mafê rojnamegerên jin ên 2017'an wiha rêz kir:
"*Li Tirkiye ku zext li ser hemû beşên civakê pêş ketin di sala 2017'an de li Tirkiye bi giştî 52 rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin.
* 9 rojnamegerên jin hatin girtin.
* Di navde Rojnameger Nujiyan Erhan ji heyî bi giştî 6 rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin hatin qetilkirin.
* Der barê 26 rojnamegerên jin de doz hat vekirin.
* 6 jinên dihatin darizandin der barê wan de ji 1 sal û 3 meh heta 7 salan ceza hat birîn.
* Bi sedema OHAL'ê 2 rojnamegerên jin karta wan a zer hat betalkirin.
*10 rojnamegerên jin dema hatin binçavkirin di bin çavan de li miduriyeta polîsan rastî lêdan û tundiyê hatin.
* Rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin ji aliyê mêr ve rastî gef û êrîşan hatin.
* Li Tirkiye Malpera Rojnameya Şûjin jî di nav de 35 saziyên çapemeniyê bi KHK'yan hatin girtin.
* Bi giştî dawî li karê 25 rojnamegeran anîn. Gelek rojnamegerên jin ku li saziyên çapemeniyê dixebitin jî rastî mobbîngê hatin.
* Li Tirkiyeyê azadiya îfade û çapemeniyê hat binpêkirin. Jinên di dezgehên medyayê de xebitîn ji ber polîtîkayên hikumetê ku pişta xwe dan rastiya civakî bi mudaxeleyan neçar man ku îstîfa bikin.”
'Em li ser şopa heqîqetê ne'
Ayşe destnîşan kir ku di roja me de dixwazin “faşîzm” wek teşeyê jiyanê berfireh bikin û got: “Armanca êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê pêk tên, astengkirina mafê ragihandinê yê gel û berovajîkirina rastiyan e. Dixwazin bi nûçeyên derewîn bîra civakê paqij bikin. Çapmeniya azad her tim li dijî êrîşên li ser civakê sekiniye. Em ê wek Platfomra Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê li dijî vê tabloyê bisekinin û şopa heqîqetê bidomînin. Em ê rastiyê bigîhînin gel. Li gel hemû cureyên zextan jî em ê bibin dengê jinên nav civakê.”
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe ev tişt got: “Em wek Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, sala 2017’an wek sala jinan îlan dikin. Di vê salê de di warê têkoşîna jinê de salek girîng bû. Li gel KHK’yan jî em ê her li kolanan bin.”








