Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
- 13:33 29 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên PKK'î yên li Îmraliyê ji bo hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bira Mehmet Ocalan û xwişk Fatma Ocalan, ji bo li Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Ji malbatên 3 girtiyên PKK'î birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Ali Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.








