Hevseroka DBP'a Agiriyê hat girtin

  • 12:37 29 Kanûn 2017
  • Rojane
AGIRÎ - Hevseroka DBP'ê ya Agiriyê Naîle Bariş ji ber ku di sala 2015'an de tevli daxuyaniya çapemeniyê bûye bi îdaya "Alîkarî daye rêxistinê" ku 4 sal û 2 meh ceza lê hatibû birîn hat girtin.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Agiriyê Naîle Bariş ji ber ku di 6’ê Tebaxa 2015’an de li Tendurekê tevli daxuyaniyek li dijî “Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî” ku Waliyê Agiriyê li herêma Tendurekê îlan kir bû, bi sûcdariya “Bi zanebûn û dildarî alîkarî daye rêxistinê” 4 sal 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û ceza ji aliye dadgeha îstînafê ve hat erêkirin.  Naîle ku cezayê wê hat erêkirin, di 28’ê Kanûnê de polîsan bi ser mala wê de girtin û birin girtîgeha Panosê ya Agiriyê.