‘Heta tecrîd bi dawî nebe mirin naqedin’

  • 09:12 29 Kanûn 2017
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên Cizîrê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û banga ‘Heta tecrîd bi dawî nebe, mirin naqedin. Em jin ji bo Birêz Ocalan divê têkoşîn û rêxistinbûnê mezin bikin.’ kirin.
 
Bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê bi tevlîbûna 50'î dildarî di 5’ê îlona 2016’an de greva birçîbûnê pêk hat û piştî berxwedanê di 11’ê îlona 2016’an de birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin kir. Piştî vê ev saleke agahî jê nayê girtin. 717 serlêdanên parêzeran ya ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hincetên wekê ‘ muxalefeta hewayê’, ‘koster xeraye’ û OHAL’ê tê redkirin. Di 2017’an de 99 serlêdanên hatin kirin jî hemû hatin redkirin. Jinên Cizîrê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û banga şikandina tecrîdê kirin.
 
‘Em bikevin tevgerê’
 
Jina bi navê Muzeyyen Înan bang li hemû jina kir ku li dijî tecrîdê bikevin nav tevgerê û wiha pê de çû: “Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Em jin wê heta dawî li dijî vê tecrîdê têbikoşin. Bi salan e ev tecrîd bandorê li ser me jinan jî dikin. Li dijî vê divê hemû jin dengê xwe bilind bikin. Lê her kes di cihê xwe de disekine. Divê em demildest dakevin kolanan.”
 
‘Wê jin berxwedanê mezin bikin’
 
Şemsiye Kaya jî destnîşan kir ku divê li dijî li polîtîkayên komkujiyê û tecrîdê mirov rabin ser piyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêberê me bi salan e li wir girtiye. Ew ne tenê rêberê me, rêberê hemû gelên bindest e. Tecrîda li ser wî li ser me hemûyan pêk tê. Wî ji bo hemû gelên rastî zextan hatine têkoşîn meşand. Mirovan ew wek Rêber îlan kir. Ji bo vê divê em jin têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Hewl didin bidin jibîrkirin’
 
Şemsiyeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan ev 6 sal in bi parêzeran re, 2 sal in jî bi malbatê re nikare hevdîtinê bike. Hewl didin Birêz Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin. Her hevokek Abdullah Ocalan qedera Rojhilata Navîn diyar dike. Em heta agahiyek baş negirin em ê li qada bin. Divê CPT û rayedarên Ewropayê jî peywira xwe bînin cih. Em jin divê ji bo Birêz Ocalan têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezin bikin.”