Ji bo hikûmetê hişyariya ‘cilê yekreng’: Demildest dest jê berdin
- 09:04 29 Kanûn 2017
- Rojane
Fîlîz Zeyrek
EDENE - Seroka EMEP a Edeneyê parêzer Sevîl Araci bertek nîşanî pêkanîna ‘cilê yekreng’ ya bi KHK’a hejmar 696’an a hikûmeta AKP’ê derxistiye tê ferzkirin, da û hişyariya li girtîgehan pirsgirêkên cidî tên jiyîn kir û got divê demildest kiryara cilê yekreng şûnde bikişînin.
Ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi KHK’a hejmara 696'a hatiye derxistin pêkanîna ‘cilê yekreng’ tê ferzkirin û li dijî vê bertek didomin. Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Edeneyê parêzer Sevîl Araci jî bertek nîşanî pêkanînê da û got ferzkirina ‘cilê yekreng’ ji bo teslîmgirtina îradeya girtiyan e û wiha got: “Ger ev biryar pêk bê wê rê li ber pirsgirêkên cidî vebibe. Biryar li dij mafên mirovan e.”
‘Li dijî mafên kesan êrîş e’
Sevîlê daxuyakirin ku ferzkirina cilên ‘yek reng’ bi mehane di rojevê de ye û ev tişt anî ziman: “Em ji serî de li dijî pêkanîna ku welat bi KHK’yan tê bi rêvebirine. Ji ber vê mijareke jiyanî ya bi KHK’ê bû qanûn û ev yek bi xof e. Ev pêkanîna li hember girtiyên siyasî wê bibe sedema pirsgirêkên cidî. Ev pêkanînek li dijî mafê mirovan e û li dijî mafê kesan jî êrîş e. Hemû girtiyên siyasî wê bi heman fikrî pêkanînê red bike.”
‘Mafê parastinê tê xespkirin’
Sevîlê bi lêv kir ku pêkanîna cilên ‘yek reng’ di heman demê de mafê parastinê jî asteng dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi pêkanînê re wê mafê parastinê yên girtiyên siyasî bi giştî ji dest bê girtin. Her kesên ku darizandina wan didome sûcdar nîşan didin. Ferzkirina van cilan a li girtiyan, tê wateya tu sûcdar î. Ev şikandina rûmeta mirovan e, biçûkxistina mirovan e.”
‘Wê pirsgirêkên cidî bên jiyîn’
Sevîlê pêvajoyên berxwedana li dijî pêkanîna ‘cilê yekreng’ ya di 37 salan de li girtiyan hatiye ferzkirin bibîrxist û wiha pê de çû: “Wek berê wê girtî tu car vê pêkanînê qebûl neke. Di rewşa bê ferzkirin de wê pirsgirêkên cidî bên jiyîn. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji bo ferzkirina ‘cilê yekreng’ girtiyên jin nîşan dide. Ev ji bo jinan wê cudatir be. Divê hikûmet demildest dest ji vê pêkanînê berde.”








