Jinên ereb: Rêber Apo Rêberê me ye

  • 09:01 29 Kanûn 2017
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan bandora fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser jin û civakê nirxandin.
 
Jinên Çiyayê Kizwanan çend salan di bin serwerî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de man. Di 2015'an de bi Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo re Çiyayê Kizwanan jî ji çeteyan hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê meclis û komînên jinan hatin avakirin, ji bo pêşxistina fikirên jinan û bi taybet jinên ereb ên li Çiyayê Kizwanan gelek civîn û semîner hatin çêkirin. Jinên ereb Têkildarî mijarê û bi taybet bandora fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser pêşxistina jinê, nerînên xwe anîn ziman.
 
Şehnaz Îsa yek ji jinên ku qanûn û hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê qebûl nekiriye wiha dibêje: "Di destpêkê de em rêzê ji şehîd û cangoriyên azadiyê re digrin. Raste Rêber Apo bi fîzîkî di girtîgehê de ye, lê rih û fikirên wî bi me re ne û di nav me de dijîn. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro em gihiştine vê astê. Civînên ku ji jinên ereb re tên çêkirin, encameke baş bi xwe re tînin. Ev civîn û serkeftin jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo tên bidesxistin û nifşên nû tê bi rêxistinkirin."
 
'Êdî jin ber bi azadiyê ve diçin'
 
Şehnazê di dewama axaftina xwe wiha got: "Îro jin cihê xwe di her qada jiyanê de digirin. Çi siyasî, perwerdehî, rêxistinî û hwd... digire. Îro jina ku nikarîbû serî rake ji nû ve serî hildide û zarokan li ser bingehekî rast perwerde dike. Êdî jin gav bi gav ber bi azadiya ku jê hatibû bêparkirin ve diçe. Di van civînên ku ji bo jinan tên çêkirin de jî, çareserî ji hemû pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin re tên dîtin."
 
'Jin bi fikrên Rêber Apo azad dibin'
 
Jina bi navê Elya Memo jî têkildarî civînên ku ji bo jinan tên çêkirin wiha got: "Civînên ku ji bo jinan tên çêkirin xwedî bandoreke mezin in. Êdî jin dibe xwedî hêz û îrade bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo. Îro em weke jinên ereb ji ber ku baweriya me bi fikirên azad yên Rêber Apo hatiye em wiha dijîn û tev digerin. Ez Rêber Abdullah Ocalan wekî Rêberê Jinan dibînim, îro gelek jin bi saya van fikran li azadiyê digerin û azad dibin."
 
'Divê jinên Ereb asta têkoşînê bilind bikin'
 
Elyayê di dewama axaftina xwe de ev  tişt got: "Em nikarin tam bêjin ku jin bi temamî azad bûne, hîn jî gelek jin û bi taybet jinên ereb di bin bandora hişmendiya desthilatdar a zilamê serdest de ne. Ji bo wê divê ev jin têkoşîna xwe xurtir bikin da ku wê koletiyê ji  ser xwe bavêjin. Wê bi fikirên Rêber Apo hişmendiya desthilatdar a ku jinê wekî amûrekî dibîne, were bidawîkirin. Raste Rêberê me di girtîgehê de ye û bi komployekê hate girtin. Lê bila dijmin baş zanibe rihê Rêberê me yê azad bi her zindiyekî re ye. Wan Rêber Apodîl girtiye, lê  ew ê nikaribin gelê kurd, ereb, suryan û çi gelê heyî ji fikir û felsefeya Rêber Apo dûr bikin."