ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 29 Kanûn 2017
  • Rojev
*Jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan bandora fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser jin û civakê nirxandin. BI DÎMEN
 
*Li Colemêrgê dayika bi navê Durê Arslan ji bo ku hunera poşî, parzîn û xuçikan wenda nebe di temenê xwe yê 65 salî de bi şev û roj bi çêkirina poşiyan mijûl dibe. Dayika Durê dibêje ku ew ê xwedî li mîrataye dapîr û dayikên xwe derbikeve. BI DÎMEN 
 
*Seroka EMEP a Edeneyê parêzer Sevîl Araci bertek nîşanî pêkanîna ‘cilê yekreng’ ya bi KHK’a hejmar 696’an a hikûmeta AKP’ê derxistiye tê ferzkirin, da û hişyariya li girtîgehan pirsgirêkên cidî tên jiyîn kir û got divê demildest kiryara cilê yekreng şûnde bikişînin. BI DÎMEN
 
*Hatîce û Medîne bi kedek mezin hevîr dikin, piştre dikin nan û pê debara xwe dikin. Medîne û Hatîce bal dikişînin ser piştevaniya jinê û dibêjin: “Jin tirsên xwe bi piştevaniyê dikarin derbas bikin.” BI DÎMEN
 
*Bi KHK’a hejmara 696’an pêkanîna kadroyê ya bi ‘Şerta ezmûnê’  ji bo karkerên taşeron  ket jiyanê  û li dijî vê bertek tên nîşandan. Hevseroka Şaxa DÎSK’ê ya Wanê Emîne Kurt diyar kir ku li Tirkiye ya ku bi mîlyonan karkerên teşeron hene, bi dayîna kadroyê ya ji bo 4 hezar karkerî ev pirsgirêk nayê çarserkirin. BI DÎMEN
 
*Jinên Cizîrê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û banga ‘Heta tecrîd bi dawî nebe, mirin naqedin. Em jin ji bo Birêz Ocalan divê têkoşîn û rêxistinbûnê mezin bikin.’ kirin. BI DÎMEN
 
*Bi OHAL’ê re  şîdeta civakî zêde bû û jin kirin hedefa sereke.  Li Tirkiyeyê di 2016’an de 328 jin hatin qetilkirin û di 2017’an de jî kuştinên jinan ji sedî 25 zêde bûn. Di 2017’an de herî kêm 408 jin hatin qetilkirin û 354 jin jî rastî şîdeta mêr hatin.