Li Rezanê êrîşên zayendî û zext zêde bûn
- 14:24 28 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - Li Rezanê li dîwarê avahiyeke ku 10 malbat lê rûdinên ji aliyê kesên nenas ve ji bo jinan nivîsên tehdît dikin hatin nivîsandin. Li avahiyê deriyê malan hatin nîşankirin û ji ber van pêkanînan niştecihên li taxê bi fikar in.
Li taxa 5 Nîsanê ya Rezana Amedê ku berê bi tacîz û îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan di rojevê de bû, vê carê jî bûyerek din a balkêş pêk hat. Li taxê li kolana Yusuf Îslamê ya hejmar 828 li dîwarê avahiya bi navê Dogan Apartmanê, ji aliyê kesên nenas ve tîpa serî ya navê jinên ku li avahiyê dijîn hat nivîsandin û gotina, "Ez ê şopdarê wan jinan bim" hat nivîsandin.
Herwiha li gel nivîsên hatin nivîsandin deriyê malên li avahiyê jî hatin nîşankirin. Niştecihên avahiyê yên ku serê sibehê nivîsên li ser dîwarê avahiya xwe dîtin, agahî dan polîsan. Polîsên ku hatin taxê şopa tiliyên kesên nivîs nivîsandibûn girtin û îfadeya kesên li avahiyê girtin.
Niştecihên taxê derbarê mijarê de serlêdana sûc kirin û xwestin ku kesên berpirsiyar bên girtin.








