Destpêkê girtin piştre jî kirin cihê nobedariya tîmên taybet
- 09:20 28 Kanûn 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
COLEMÊRG - Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin, qeyyûm deskeftiyên jinan hedef girtin û destpêkê Navenda jinê ya Binevşê girt û piştre jî veguherand cihê goyina Tîmên Taybet.
Sala 2016’an de hikûmetê qeyyûm tayîna 83 şaredariyên DBP'ê kirin û 89 Hevserokên şaredariyan jî hatine girtin. Piştî tayinkirina qeyyûman pêkûtiyên wan jî berdewam dikin. Li gel xespkirina şaredariyan destpêkê destkeftiyên jinan hatine hedef girtin. Navendê jinan yên ku di dema şaredariyên DBP'ê de hatibûn vekirin gelekên wan hatin girtin. Di dema şaredariyên DBP'ê de de ji bo çareserkirina tundî û teşhîrkirina tundiya mêr Navenda jinan a Binevşê li Colemêrgê hatibû vekirin, Navenda Binevş a ku di her qadan de ji bo jinan dibû piştgir ji aliyê qeyyûm ve hat girtin û niha bûye cihê nobeta tîmen taybet. Xebatkarên navendê yek hate îxrackirin û xebatkarên din jî hinek şandin qada şaredariyê ya garajê û hînek jî şandin Muduryeta Fen bîlîmlerê. Şaredarî di bin esareta Timên taybet de bi alên tirk hatiye dagirkerkirin.
‘Bi Binevşê re hêza yekitiyê ya jinan derket holê’
Der barê girtina Navenda Jinê ya Binevşê ku veguherandine cihê nobeta tîmen taybet de Rêvebira HDP'ê Rûkiye Temel axivi û got ku girtina Binevşê hêzdayîna tundiya li ser jinê bû wiha got;”Binevş li dijî çareserkirin û teşhîrkirina tundiya mêr hatibû avakirin. Binevş bibû mala jinan. Lê piştî ku qeyyûm tayînî Şaredariyan hatin kirin ne tenê Binevş gelek navend û saziyên jinan hatine girtin. Ev jî nîşanî me dide ku kesên piştgiriya vê hişmendiyê dikin hene. Tundiya mêr ji van pêkûtiyên qeyyûman hêzê digire. Bi Binevşê re hêza yekitiyê ya jinan derketibû holê."
‘Girtina Binevşê tune hesibandina jinên Colemêrgî bû’
Rûkiyê bi lêv kir ku navenda jinan wergerî cihê nobeta tîmên taybet kirin û got ku bi girtina Binevşê re qeyyûm dijminahiya xwe a li hemberî jinê nîşanî gel da û wiha berdewam kir;”Niha derdora şaredariyê bi Tîmên taybet girtî ye. Şaredarî di bin esareta leşkerî de ye. Navenda jinan Binevş jî kirîne cihê nobeta tîmên taybet. Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyê kirin heya niha tu kes nikare biçe şaredariyê derde xwe bêje. Lewran ew maf ji destê jinên Colemêrgê girtiy. Girtina Binevşê nenaskirina jinên Colemêrgî bû.”








