Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Elezîzê di roja 58’emîn de ye

  • 09:19 28 Kanûn 2017
  • Rojane
DÊRSÎM - Girtiyên girtîgeh a Tîpa T'yê a Elezîzê ku li dijî ‘qerta nasnamê’ û zextan dest bi greva birçîbûnê kiribûn ket roja 58’emîn û hîna jî ji bo daxwazên wan bi cih bê tu pêngav nehatiye avêtin.  
 
Girtiyên girtîgeha Tîpa T'yê a Elezîzê ku li dijî ‘qerta nasnamê’ û zextan dest bi greva birçîbûnê kiribûn gereva wan ket roja 58’an. Girtiyên koxuşa C-4 yên ferzkirina ‘qerta nasnameyê’ qebûl nekirin ketin greva dorneveger, girtiyên koxuşa D-2 û D-6 jî sê rojan carê ketin greva dorveger. Greva wan berdewam dike. Girtiyên bi hevkariya malbatên xwe gihiştin ajansa me diyar kirin ku girtîgeh veguherîne kampên dîlgirtinê û got pêkanînên ku rûmeta mirovan dişikînin û ferzkirina qerta nasnameyê berdewam dike. Malbatên çûn serdana girtîgeha Elezîzê diyar kirin ku dîsa zarokên xwe nedîtine û serlêdana wan a dozgeriyê bê encam maye. Girtiyan bertek nîşanî ferzkirina ‘cilên yekreng’ kirin û gotin ev tê wateya bêyî darizandinê, sûcdar îlan dikin.
 
‘Li dijî cilên yekreng banga piştevaniyê’
 
Xizmên girtiyan di dawiya axaftina xwe de dan zanîn ku ger li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ bêdengî hebe, wê zext û şîdet bi vê sînor nemîne û diyar kirin ku wek xizmên girtiyan, berxwedana ku girtiyan dest pê kiriye ew ê li derve mezin bikin. Xizmên girtiyan her wiha dan zanîn ku pêkanîna cilên yekreng tê wateya îşkenceya psîkolojîk û gotin kesên van pêkanînan dikin wê tiştên din jî bikin û banga piştevaniyê kirin.