'Ziman hebûn û rûmeta gelan e'
- 09:17 28 Kanûn 2017
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Endama Akademiya Şehîd Viyan Amara Rojîn Mihemed derbarê geşedanên zimanê kurdî de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Di cîhanê de şoreşa herî mezin, şoreşa ziman e. Gelê Kurd jî bi salane ji bo zimanê xwe şer dikin û hewl didin ku zimanê wan dewlementir bibe."
Endama Akademiya Şehîd Viyan Amara Rojîn Mihemed derbarê geşedanên Zimanê Kurdî de axivî û anî ziman ku Li Kantona Kobanê ango li tevahî xakên Rojavayê Kurdistanê ji bo bikaranîna zimanê dayîkê, gel şoreşeke mezin da û a niha jî ji bo pêşketina ziman ew dixebitin.
Rojînê da xuyakirin ku Gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber serdestiya Rêjîma BAAS'ê bi awayekî veşartî bi zimanê xwe diaxivîn û wiha got:"heta niha Gelê Kurd bi awayekî azad nikaribûn zimanê xwe biaxiviyan lê a niha bi saya têkoşîna xwe li Rojavayê Kurdistanê zimanê xwe diaxivin û pêş dixin."
'Li hemberî rejîma dîkte têkoşînek mezin hat dayin'
Rojînê bal kişand têkoşîna li dijî pêkûtiyên rejîmê û wiha dewam kir: "Berî Şoreşa Rojava hemû dibistanên me di destên rejîmê de bûn. Lê tevî vê yekê jî me dev ji zimanê xwe bernedida. Me bi dizî li navenda çand û hûnera Baqî Xido perwerdeya xwe ya bi zimanê Kurdî didît. Gelek caran jî polîsan êrîş dikirin. Lê tevî vê jî me her tekoşîn dikir. Ev têkoşîn bû sedem ku em êdî zimanê xwe bi awayekî azad biaxivin."
'Gelê Kurd dev ji zimanê xwe bernedan'
Rojînê axavtinên xwe wiha domand: "Bi geşedana Şoreşa Rojava û bi taybet jî li navenda wê Kobanê, zimanê Kurdî li ser asta Kantonê û gundan dihat dîtin. Tevî ku gelê me di koçberî û komkujiyan re derbas dibûn jî, mamosteyên me dev ji erka xwe bernedan. Di kampan de ji bo zarok û jinan dersên ziman dihat dayin. Serkeftina herî mezin ew bû ku Gelê Kurd di axa bindest de dev ji zimanê xwe bernedida."
'Xebatên derbarê ziman de mezintir bûn'
Rojînê li ser komên perwerdeyê yên biçûk û geşadana ziman a heta îro jî wiha axivî: "Piştî berxwedana Kobanê û avakirina bajêr wekî mamosteyan me Saziya zimanê vekir. Piştî vê gavê ji bo zêdekirina hêjmara mamosteyan û perwerdekirina wan akademî hat vekirin. Me bi 30 mamosteyî dest pê kir û wan xwe di nava dibistanên Kobanê de bi cih kirin. Her ku dem derbas bû xebatên derbarê ziman de mezintir bû. Piştre jî me peymangeh vekir. Di wir de jî hemjareke baş cihê xwe di nav de girt û piştî perwerdeya şeş mehan hemû derbas qadên perwerdeyê bûn. Bi hejmareke baş me hemû dibistanên Kobanê, navçe û gundewarên wê vekir."
'Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin'
Rojînê axaftina xwe wiha bi dawî kir:" Bi hezar salane ku Gelê Kurd ji bo zimanê xwe têkoşînên mezin dan û hatin vê rojê. Ji ber qedexe û cezayên li ser ziman Kurdan gelek zehmetî kişandin. Loma divê em li zimanê xwe xwedî derkevin."








