ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 28 Kanûn 2017
  • Rojev
*Mamosteya Dîrokê Gulîstan Xelef tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Hedefgirtina Rêber Apo hedefgirtina hemû gelên Rojhilata Navîn e."
 
*Endama Akademiya Şehîd Viyan Amara Rojîn Mihemed derbarê geşedanên zimanê kurdî de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Di cîhanê de şoreşa herî mezin, şoreşa ziman e. Gelê Kurd jî bi salane ji bo zimanê xwe şer dikin û hewl didin ku zimanê wan dewlementir bibe." BI DÎMEN
 
*Girtiyên girtîgeh a Tîpa T'yê a Elezîzê ku li dijî ‘qerta nasnamê’ û zextan dest bi greva birçîbûnê kiribûn ket roja 58’emîn û hîna jî ji bo daxwazên wan bi cih bê tu pêngav nehatiye avêtin. 
 
*-Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin, qeyyûm deskeftiyên jinan hedef girtin û destpêkê Navenda jinê ya Binevşê girt û piştre jî veguherand cihê goyina Tîmên Taybet. DÎMEN HEYE
 
*Di ser komkujiya Roboskê  re ku di encamê de 34 kesî jiyana xwe ji dest dan re 6 sal derbas bûn.  Gundê Roboskê ku bi têlan hatiye dorpêçkirin, tevî  çalên mirinê û zextên koçberkirinê jî berxwedana xwe didomînin.
 
*Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr pêvajoya têkoşînê salekê  û ya ku jinan di sala 2017’an de bûn hedefên polîtîkayên desthilatariyê, nirxand û got tevî hemû êrîşan jî wan gav paşve navêtine û wiha got: “Stratejiya mêr wê di dema nû de zêdetir tifaqê ava bike. Dibe ku desthilatdariya 15 salan a AKP’ê hebe; lê têkoşîna jinê bi hezaran sali e.  Wê jin vê lîstikê xera bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Konreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç diyar kir ku zîhiyeta pêşî li yekitiya neteweya kurd digire desthilatdar û zîhniyeta serdest a mêre û wiha pê de çû: “Jin ji ber ji derveyî qada desthilatdar û serdest dimîne û heta ji ber mexdûr e, lê dîsa jî şûna rekabetê piştevanî û yekitiyê esas digire. Ji bo jin li her çar parçeyên Kurdistanê zemîna yekitiyê biafirîne divê xebatek bihêz û rast bimeşîne.”
 
*Jinên Tirkiyeyê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr di 2017’an de jî têkoşîna xwe meşandin. Dadgehan ji ber sedemên wekê ‘daxistina bêmaf’, ‘rewşa baş’, ‘daxistina takdîrî’ ji bo mêrên kujer ceza daxistin, her wiha mêrên ku bê ceza man jî hebûn. Yasemîn Çakal ya li Stenbolê û Sevînç Akkaya ya li Manîsayê mafên xwe yên parastina cewherî bikaranîn jî hatin berdan.