Ji bo salvegera duyemîn a rizgarkirina bendava Rojava şahî hat lidarxistin

  • 17:34 27 Kanûn 2017
  • Rojane
KOBANÊ- Bi boneya salvegera rizgarkirina bendava Rojava  rêveberiya bendavê şahiyek  li dar xist.
 
Bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirina hemleya bendava rojava ya kantona  Kobanê ya herêma Firatê rêveberiyên Bendava rojava bi şahiyekê salveger pîroz kirin. Pîrozbahî bi wêneyên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên berxwedêran hatibû xemilandin. Bi dehan endamên saziyên Minbicê, Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê û YPJ/YPG'ê beşdar bûn. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin û salvegera duyemîn a Bendava Rojava li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li hemû gel hat pîrozkirin.
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.