Ji bo Gulser Yildirim 15 sal cezayê tê xwestin
- 16:56 27 Kanûn 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Di daneşîna doza Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim de ku îro hat dîtin de dozger ji bo Gulser ji 5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest û heyeta dadgehê jî biryar da ku divê Gulser di daneşîna bê de li daneşînê amade be.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku di çarçoveya oprasyonên li dijî HDP'ê de di 4'ê mijdara 2016'an de hat binçagkirin û piştre jî hat girtin daneşîna doza wê ya 2'emîn ku bi îdaya 'Endama rêxisitnê ye' jî tê darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Gulser tevlibûna bi rêya SEGBÎS'ê red kir û li dadgehê parastin nekir.
Dozgerê ku Mutalaaya xwe xwend, ji bo Gulser ji 5 salan heta 15 salna cezayê girtîgehê xwest û heyeta dadgehê jî ji bo ku Gulserê parastina xwe bike daneşîn taloqî 19'ê sibata 2018'an kir.
Daneşîna ku parêzeran jî lê parastin nekirin biryar hat dayîn ku divê di daneşîna bê de Gulser amade be.








