ATK'ê îdia kir ku cenazeye li gel wan in

  • 16:41 27 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL – Der barê 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê bêyî agahiya malbatên wan hatin derxistin geşedanek nû qewimî. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê têkildarî cenazeyan wiha got: “Cenaze berê niha di bomberankirinê de zerar dîtine. Ji bo nasnameya wan zelal bibe cenaze li vir in.”  
 
Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê îdia kir ku 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a girêdayî navneda Bedlîsê hatin derxistin di destê wan de ne. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA)  Birayê yek ji kesên cenazeyê wî hat derxistin Fedekar Turan, yê li Stenbolê dijî Erhan Turan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê da û daxwaza desteka hiqûqî kir. 
 
Li ser serlêdana malbatê rêveberên ÎHD’ê li Saziya Tiba Edlî geriya û têkildarî mijarê agahî xwest. Erhan Turan da zanîn ku rayedarên ATK’ê îro daxuyanî dane parêzerên ÎHD’ê û wiha got: “Berê niha goristan hatiye bomberankirin. Hin cenazeyan zerar dîtiye. Çend malbatên têkildarî gorên xwe tespît nekirine serlêdana wan çêbûye. Ji ber vê yekê ji bo nasnameyên cenazeyan zelal bibin cenaze li vir in. Wekî din em nikarin tu daxuyaniyekê bidin.” 
 
Erhan diyar kir ku ew daxuyaniyê têr nabînin û ji pirsên di serê wan de nabe bersiv. Erhan got ku ji bo mijar hin bêtir zelaltir bibe hewldanên xwe didomîne. 
 
Dozgeriya Bedlîsê bersiv nedabû serlêdana malbatan û gotibû ku “Di dosyeyê de biryara nepen heye.”