Di çalakiya li Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin

  • 15:36 27 Kanûn 2017
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 414'an berdewam kir. Polîsan êrîşî çalavanan kirin û 4 kes binçav kirin. 
 
Çalakakiya greva birçîbûnê ya akdemîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça di roja 294’an de û çalakiya karkerên cemaweriyê “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 414’an de berdewam kir.  
 
Ji ber ku polîsan derdora Bîrdariya Mafên Mirovan girtibûn, çalakvan li kolana Konurê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsan destûr ne ku pankarta çalakvanan çirandin. 
 
Polîsên ku mudaxileyî çalavanan kirin, Nazan Bozkurt, Sîmge Aksan, Îlker Işik û Mehmet  Dersulu binçav kirin.