Derbarê polîsê zarok bi tundiyê re rûbirû hiştin de serlêdana sûc

  • 15:30 27 Kanûn 2017
  • Rojane
EDENE - Baroya Edeneyê derbarê polîsê ku li korîdaroa edliyeyê li zaroka tundî kir de serlêdana sûc kir û diyar kir ku divê"ji sûcê bi zanebûn birîndarkirine" bê darizandin.
 
Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Edeneyê derbarê polîsê ku li korîdora edliyê li dijî zarokan tundî pêk anî de serlêdana sûc kir. Li gorî nûçeya di Ajansa Mezopotamya (MA) de hat weşandin, hat diyarkirin ku parêzerên Endamên Komîsyona Mafên Zarokan ên Baroya Edeneyê, ji bo ku polîs û berpirsiyarên wan bên darizandin hatin Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê. 
 
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê Nevzat Elçî dîmenên derbarê bûyerê de nîşan dan û got ku wan derbarê polîsê li dijî zarokan tundî pêk aniye de li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê serlêdana sûc kirine.