Gulîxan Tahir: Kesek nikare dest biavêje nirxên me

  • 13:16 27 Kanûn 2017
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR -  Rêvebira Kongra Star Gulîxan Tahir derbarê êrişên dewleta tirk ên li ser goristana de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Kesek nikare dest biavêje nirxên me û em ê ji bo xwedîderketandina nirxên xwe yên pîroz her dem têbikoşin."
 
Rêvebira Kongra Star Gulîxan Tahir derbarê êrişên dewleta tirk ên li ser goristanan nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku dîrokê gelek caran şahidiya destavêtina dewleta tirk a li ser nirx û mafên kurdan kiriye lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê li dijî van neheqîna têbikoşin. 
 
'Gelê Kurd tu caran dev ji doza xwe bernade'
 
Gulîxanê da zanîn ku ev kiryarên li dijî Gelê Kurd pêk tên di tu hiqûqê de cihê xwe nagire û wiha pê de çû: " Dewleta tirk van kiryarên xwe bi salan e ku pêk tînin. Pêşketinên Gelê Kurd ên li her qadan hatiye xwestin ku bê astengkirin. Li dijî serkeftina kurdan tehemula wan tuneye. Heta roja îro Gelê Kurd dev ji berxwedana xwe berneda û dêv jê bernade jî." 
 
'Gelê Kurd bi hêztir dibin'
 
Gulîxanê  wiha berdewam kir:"Dema ku em dibêjin 'Şehîd Namirin' ev rastiyek e. Şehîd tu carî namirin, dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê şehîdên Kurd û Kurdistanê ji xwe re wekî talûkeyekê dibînin. Şehîdên me nirxê me ne û ji bo me tu carî namirin. Gelê Kurd zilmê û êrîşên li dijî nirxên xwe qebûl nakin û bi hêztir dibin."
 
'Em ê her dem têkoşîna xwe mezintir bikin'
 
Gulîxanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Îro dewleta tirk êrîşî goristanan dike lê di tu olê de êrîşa li dijî goristanan tune ye.  Neheqî û zilma ku li Gelê Kurd tê kirin sîstematîk e lê em jî li dijî vê yekê bê deng namînin û em ê her dem têkoşîna xwe mezintir bikin."