Li Kantona Şehbayê namzetan sond xwarin
- 11:33 27 Kanûn 2017
- Rojane
EFRÎN - Desteya Rêveber a Pergala Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê ji bo sondxwarina namzetan civînek li Kantona Şehbayê li dar xist.
Piştî bidawîbûna hilbijartinên Meclisên Herêmî yên Bakûrê Sûriyeyê, namzetên Kantona Şehbayê ku di wan hilbijartinan de bi ser ketibûn, sond xwarin.
Di civîna ku namzetan tê de sonda xwe dan, hemû nemzetên Kantona Şehbayê, Hevserokê Encûmena Zagonsaz ê Herêma Efrînê Muhemed Seîd, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û Meclîsa Kantona Şehbayê amade bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Endama Desteya Rêveber a Federaliya Bakûrê Sûriyeyê Rohilat Arif axivî û serkeftina hilbijartinên Meclisên Herêmî li hemû nemzetan pîroz kir û wiha got: "Serkeftina Pergala Federaliya Bakurê Sûriyeyê wê dawîbûna aloziya Sûriyê be."
Piştî axaftinê Rêziknameya hundirîn ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê ve hat xwendin.
Di civînê de hemû namzet bi zimanê Erebî sonda fermî xwarin ku Peymana Civakî û xalên wê ji xwe re bingeh bigirin, mafên demokratîk ên gelan û nirxên pakrewanên azadiyê biparêzin.
Her wiha hevserokên Meclîsa Kantona Şehbayê û cîgirên wan jî bi awayekî demokratîk ji aliyê Komîseriya Bilind a hilbijartinan ve hatin hilbijartin. Di encamê de Îmad Dedo û Wefed Mustefa bûn hevserok, Osmeîl Mûsa, Sozdar Qasên û Mehmûd Hac Îsa bûn cîgir.
Civîn bi spasiya hevserok û cîgirên wan yên ku hatin hilbijartin ve, bi dawî bû.








