Mêrê ku îstismara zayendî pêk anî hat girtin

  • 10:49 27 Kanûn 2017
  • Rojane
ZONGULDAK - P.U yê ku li dibistana lîseyê mamostetiyê dike ji ber ku xwendekar bi  îstismara zayendî rû bi rû hiştiye hat girtin. 
 
Mêrê bi navê P.U ku li dibistana lîseyê ya Zonguldakê mamostetiya werzîşê dike û  45 salî ye  du xwendekar bi îstismara zayendî rû bi rû hişt.
 
Xwendekaran rewş ji malbatên xwe vegot û li ser vê yekê malbatan P.U gilî kir. 
 
P.U yê ku hat binçavkirin ji aliyê dadgeha ku sewqî wê bûbû hat girtin. 
 
Muduriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajêr di çarçoveya lêpirsîna ku hatibû vekirin de P.U ji kar dûr xist.