Şivan hem bû rêheval hem bû dost...
- 10:04 27 Kanûn 2017
- Rojane
Medîne Mamedoglu-Pîroz Zirig
ŞIRNEX - Hediye Encu ya di komujiya Roboskî de kurê xwe yê 15 salî Şivan Encu wenda kir, got: “ Şivan ne tenê kurê min, dost û rêhevalê min, her tiştê min bû.”
Li gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de piranî jê zarok 34 ciwanên Kurd hatin qetilkirin û çîroka wan bi dehan caran hat nivîsin û kişandin. Yek ji van ciwanan Şivan Encu yê 16 salî bû. Yek ji yên herî biçûk yê 34 ciwanan bû. Şivan Encu di cara 4’emîn ya diçe kaçaxiyê de tê qetilkirin. Dayika wî Hediye Encu diyar dike ku kurê wê Şivan pî û baskên wê bûye.
'Bi 5 zarokan re têkoşîna jiyanê da
Çîroka Hediyeyê ku niha bi du keç û kurê xwe yê 13 salî re dimîne, ne di 28’ê Kanûna 2011’an de di salên 1990’î de dest pê dike. Hediye ji ber zextên cerdevanan koçî Roboskê dike û bi cih dibe.Piştî hevjînê wê bi jinek din re dizewice bi 5 zarokên xwe re diçe mala dayika xwe û bi salan têdikoşe.
‘Temenê wî ya bûbû 14 ya nebûbû’
Hediyeyê li gund her cureyê karê xwe dike û 5 zarokên xwe jî bêyî hewcedarî kesî bimîne, wan mezin dike. Ji bilî kurê wê Şivan ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, kurê wê yê bi navê Sînan jî heye. Hediyeyê wiha dibêje: “ Min bi pereyê qezenc kir xanî kirê kir. Ez diçûm malan paqijiyê. Şivan her tim digot ‘dayê tu pir diwestî, ez destûrê nadim tu biwestî. Te gelek êş dît, ez mezin bûme, ez nahêlim tu xemgîn bibî. Tu êdî xizaniyê nabînî’. Şivan wê demê 14 salî hebû ya tunebû. Zarokên min êdî bibûn alîkarên min.Her karê min kurê min dikir.”
‘Min got wê neçe…’
Hediyeyê bi lêv kir ku Şivan di cara 4’emîn ya çûyîna kaçaxiyê de hatiye qetilkirin û ji wê rojê şûnde min tu car peyva kaçaxvaniyê neaniye ser zimanê xwe. Hediyeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Şivan diçû pola 8’an a dibistana navîn û got: “Xeyalên Şivan nîvco man. Roja komkujiyê sibehê zû rabû êzing kişand. Bi hemû karê malê re mijûl bû. Gelek westiya bû. Min got wê neçe. Min dît ku êvarî xwe amade dike. Ji min re got ‘dayê ampula axûr pêxe. Dema ez bêm bila pêxistî be’. Lê kurê min wê şevê saet nêzî 8’an hat qetilkirin.”
‘Heta kujer neyên dîtin, wê roj hilneyê’
Hediyeyê destnîşan kir ku piştî tiştên ku hatiye serê wan şûnde ‘her sibeh roja ku bi ser gund e hilhatiye sexte bûye’ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa me bûyer bihîst em çûn sînor. Heta kujer neyên dîtin wê roj li gundê me hilneyê. 34 canê me çû. Ji wê şevê şûnde em êdî nakenin. Cejn û dawet li gundê me tune. Keç bûkaniyan li xwe nakin. Em her deqe kujeran dipirsin. Lê pêşketinek çênebû. Kurê min ji min re bû heval, dost. Ne tenê ewladên me, her tiştê me girtin.”








